Welatiyên Dêrikê bang li hêzên kurdistanî kir: Li hemberî Heftenînê bi erka xwe rabin

Şêniyên herêma Dêrikê bang li tevahiya hêzên siyasî yên kurdistanî kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk li parçeyên Kurdistanê pêk tînin, bisekinin û têkildarî şerê li Heftenînê diqewime bi erka xwe ya neteweyî û mirovî rabin.

Welatiyên Dêrikê bang li hêzên kurdistanî kir: Li hemberî Heftenînê bi erka xwe rabin
Welatiyên Dêrikê bang li hêzên kurdistanî kir: Li hemberî Heftenînê bi erka xwe rabin
Welatiyên Dêrikê bang li hêzên kurdistanî kir: Li hemberî Heftenînê bi erka xwe rabin
Welatiyên Dêrikê bang li hêzên kurdistanî kir: Li hemberî Heftenînê bi erka xwe rabin
5 îlon, 2020   11:30
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û nexasim li ser herêma Heftenînê û topbarana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro şêniyên Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl meşek lidar xistin. Meş ji Qada Azadî destpê kir.

Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û banga ji civaka neteweyî re ku sînorekî ji van êrişan re deynin berz kirin.

Meş di kolanên bajar de dewam kir û şêniyan pankartên bi nivîsên"Na ji dagirkeriya Tirkiye ya DAIŞ`î re" rakirin.

Meş li qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, Endama Kongreya Star Asya Yusif daxuyanî xwend.Naveroka daxuyaniyê wiha ye:"Em berxwedana QSD`ê silav dikin, QSD`ê  di pêvajoya salan û di vê qonaxa dîrokî de li hemberî  komên terorîst li ber xwe da, cîhan bi vîrusa Korona ve mijûl e, lê Tirkiye li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heftenînê û herêmên Parastina Rewa êrişan pêk tîne."

Di dawiyê de Asya Yusif bi navê xwepêşandêran bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku ji  bêdengiya xwe derkeve û di vê qonaxa dîrokî de bi erka xwe rabe. Her wiha bang li hêzên siyasî yên kurdistanî kir ku li hemberî van êrişên li ser parçeyên Kurdistanê bisekinin û têkildarî êrişên li dijî Heftenînê bi erka xwe mirovî û neteweyî rabin.

eh

ANHA