Rojnameyên erebî: Serdana şandeyeke rûsî ya payebilind ji Şamê re û peyama Tirkiyê bi rêya Barzanî ji Macronê re

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên Rûsya li Sûriyê, hevdîtina Erdogan û Nêçîrvan Barzanî û aloziya Lubnanê, kir.

Rojnameyên erebî: Serdana şandeyeke rûsî ya payebilind ji Şamê re û peyama Tirkiyê bi rêya Barzanî ji Macronê re
5 îlon, 2020   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: SERDANA ŞANDEYEKE RÛSÎ YA GIRÎNG JI ŞAMÊ RE

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset li ser zimanê çavkaniyekî dîplomatîk ê rûsî yê payebilind wiha got: "Şandeyeke rûsî ya leşkerî, siyasî û aborî ku tê de kesayetên navdar hene dê di vê hefteyê de serdana Şamê bikin. Di serdanê de dê dan û standinê bi serokê Sûriyê Beşar Esed û gelek birpirsên sûrî re bikin."

Çavkanî da zanîn ku dê şandeya bi erkdariya dosyaya Sûriyê li ser astên dîplomatîk, siyasî, leşkerî û aborî nîqaş bikin. Her wiha bal kişand ser ku ev cara yekemîn e ku li ser van astan dê şande bicive. Hedefa serdanê nîqaşên giştî der bare dosyayên bigirêk di rewşa Sûriyê de ye.

Çavkaniyên dîplomatîk yên rojavayî jî got, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê di hefteya bê de serdana Sûriyê bikin û daxuyand ku dê di serdana Lavrov mijara têkbirina terorê, nîqaşa birêvebirina Sûriyê li ser encamên xebata komîteya destûrê û lêkolîna dosyaya herêmên Rojhilatê Firatê.

Lavrov ji dema aloziya Sûriyê ji 2011’an ve tenê di destpêka Sibata 2012’an carekê serdana Sûriyê kiriye.

Li aliyekî din jî Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu di civîna bi nûnerê navneteweyî ya taybet ji Sûriyê re Geir Pedersen, cezayên rojavayî li Şamê rexne kirin.

EL-EREB: BI RÊYA BARZANÎ PEYAMA ERDOGAN JI MACRONÊ RE; HEKE RÊYA BEXDAYÊ LI PÊŞIYA ME WERE GIRTIN, EM Ê JI HEWLÊRÊ DESTPÊ BIKIN

Têkildarî rikberiya Fransa-Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Tenê 87 saet di ser serdana serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Bexdadyê re derbas bû, Enqerayê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwend. Ev jî nîşaneya peyama ji Fransayê re ye ku têkildarî serweriya bi Tirkiyê re di nava rikberiyê de ye. "

El-BEYAN: JI BO AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ SEATÊN GIRÎNG

Têkildarî Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Mehek di ser teqîna mezin a ku Beyrût hejand de derbas bû, hîn jî kavil û bermahî li ser erdê ne, dest bi avakirina hikumetê hate kirin û serokê hikumetê Mistefa Edîb erka xwe ya serokatiyê û siyasî berdewam dike. Di çarçoveya diyarkirina reşnivîsa hikumeta nû de seatên girîng li pêşberî wî ne."

(fr-eh)