ꞌBêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê, tê wateya ku ew şirîkê êrişan e'

Berpirsê Nivîsgeha naveçaya Dirbêsiyê ya Partiya Kesek a Kurdistanê bang li hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku rûyên xwe yên rastîn derxin û piştrast kir ku bêdengiya hikumeta Başûr isbata şirîkatiya wê di êrişan de ye.

ꞌBêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê, tê wateya ku ew şirîkê êrişan e'
5 îlon, 2020   06:15
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk li dijî gelê Rojhilata Navîn komkujiyan pêk tîne, li hemberî van êrişan bêdengî û hevkariya dewletên navneteweyî ku îdîaya azadî, demokratiyê û parastina qanûna navneteweyî dikin heye.

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya du mehan ve û bi tevahiya rêbazan hewl dide Herêmên Parastina Medya ji wan herêma Heftenînê, dagir bike û li hemberî van êrişan hikumeta Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê û hin partiyên Başûr bê deng in.

Têkildarî mijarê, Berpirsê Nivîsgeha Partiya Kesek a Kurdistanê ya li navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên bi lêv kir ku dewleta Tirk a dagirker li her çar parçeyên Kurdistanê êrişan pêk tîne. Çavdêr jî dibêjin ku hikumeta Başûrê Kurdistanê di van sûcan de xwedî rolek e.

Mihemed Hisên wiha axaftina xwe domand: " AKP`ê bi zanabûn êrişî xaka Başûrê Kurdistanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji herêma Efrînê bigire heta Kerkûkê. Van êrişan li ser bingeha Mîsaqa Millî ya ataturkî û xeyalên Osmaniya kevn ku bi partiya xwe AKP`ê nû dikin û Erdogan serkêşiya wê dike."

ꞌDIVÊ HIKUMETÊN IRAQÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI HEMBERÎ ARTÊŞA TIRK BISEKININꞌ

Mihemed Hisên di nava axaftina xwe de got divê gel û hikumeta Başûr li hemberî artêşa Tirk serî hildin, siyaseta hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê dide meşandin û bêdengiya ji van êrişan re şermezar bikin.

Mihemed Hisên da zanîn ku  hikumeta Iraqê bi çend daxuyaniyan mirov ji ber wan şerm dike, ev êriş şermezar kirin, lewra bêdengiya wê dê bandorê li hundirê her du hikumetan bike.

Hikumetên Iraqê û herêma Kurdistanê gihaşt asteke wiha ku nikaribin welatiyên xwe biparêzin û parastina xaka xwe bikin. Dewleta Tirk serweriya wan binpê kir û sûcên tund pêk anî, lê dîsa jî tu helwest ji wan dernet. Têkildarî vê xalê jî Hisên anî ziman ku ne parastina axa xwe ev nîşaneya ku her du alî bi hin partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re hevkar ê êrişan in.

Di dawiyê de berpirsê Nivîsgeha navçeya Dirbêsiyê ya Partiya Kesek a Kurdistanê Mihemed Hisên bang li hikumeta Iraqê û herêma Başûr kir ku li dijî van êrişan bisekine û têkildarî sûcên artêşa Tirk pêk tîne, maskên li ser rûyên xwe rakin, da ku rûyê wan ên rastîn derkeve.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vI_UhnA2OI8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>