​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk pitikekî êşkence dikin

Di dîmenekî de ku li ser tevna civakî hatiye parvekirin, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi awayekî hovane du zarokên ku revandine wan êşekence dikin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk pitikekî êşkence dikin
3 îlon, 2020   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî, sûcekî din ê hovane pêk anîn.

Di dîmenekî de ku li ser tevna civakî hatiye parvekirin, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê du zarokan revandine û bi awayekî hovane êşkenceiyê li wan dikin.

Her wiha dîmenê êşkencekirina zarok digirin û ji malbatên wan re dişînin da ku wan pê şantajî bike û neçar bikin ku li beramberî berdana wan fidyeyê bidin.

Dîmenê êşkencekirina zarok  bi lez belav bû.