ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-09-2020`AN
3 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Kobanê têkildarî şerê taybet panêleke li dar dixe. Panêl dê du rojan dewam bike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji rûxandina cihên dîrokî yên herêmên dagirkirî û talankirin wan, îmhakirina nasname û mîrasê şaristanî yê gelên herêmê û berdewamkirina kiryarên DAIŞ`yê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê diyar kirin ku têgîna aşitiyê bûye amûrek ji bo bidestxistina berjewendiyên hêzên cîhanê û bang li hêzên cîhanê kirin ku berpirsyartiyên xwe ji bo pêkanîna aştiyê bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskar Melevan Resûl got: "Dewleta Tirk ji beriya gelek salan ve êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. PDK`ê heta niha li hemberî van destdirêjiyan helwesteke cidî nîşan nedaye. Berjewendiya netewî ya Kurdistanê ji berjerwendiyên partiyetî bi nirxtir e. Ev helwest şermok in û bi tu awayî nayên qebûlkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya şaxê kantona Hesekê Salih Zewbei bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji hewldanên fitneyê baldar bin û bi pey planên li dijî herêmê nekevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Sûriya Hesen yek ji jinên ku di Berxwedana Rûmetê de li kêleka şervanan parastina welatê xwe Serêkaniyê kir. Sûriya bang li hemû gelên Kurd kir ku li derdora doza kurdî kom bibin û destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişlo got, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, îradeya gelên herêmê dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Yek ji astengiyên li pêş civakê, pirsgirêka lewazbûn anku tunebûna pêşketina çandî û têgihîştina ciwanan e. Ji ber ku ciwan faktorekî girîng ên avakirin û pêşxisitina civakê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Meclisa Ciwanên PYD'ê yên bajarê Kobanê gotin: "Ketina Heftenînê tê wateya ketina her çar parçeyên Kurdistanê. Ji ber vê divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û bi hemû rêbazan piştgiriyê bibin berxwedana Heftenînê"(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA