‘Ji bo xatirê dewleta Tirk a dagirker MSD ji komîteya destûrê hate dûrxistin’

Sekreterê Partiya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demorkat şaxê Reqayê Mihemed Remadan El-Ebûd got: “Sedemên binkeftina civînên komîteya destûrê û Cinevê dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk ji wan civînan e. Ev yek ji bo xatirê dewleta Tirk a dagirker pêk hat.”

‘Ji bo xatirê dewleta Tirk a dagirker MSD ji komîteya destûrê hate dûrxistin’
3 îlon, 2020   01:11
REQA-EMAR EBDULLATÎF

Deh sal li ser aloziya Sûriyê derbas bûn, ji bilî gelê Sûriyê tu kesî berdêlê vê aloziyê neda. Şênî berbelav bûn, binesaziya bajarên wan wêran bûn û demografiya herêmên wan hatin guhertin.

Ji bo çareserkirina vê aloziya ku heta niha berdewam e gelek civînên navneteweyî lidar ketin. Jê ya herî dawî civînên komîteya destûrê. Lê dîsa jî tu sûd li gelê Sûriyê nekir.

Têkildarî mijarê sekreterê Partiya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokrat şaxê Reqayê siyasetmedar Mihemed Remadan El-Ebûd ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku sedemên sereke yên binkevtina wan civînan, dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û MSD`ê ji wan civînan e. El-Ebûd piştrast kir ku dûrxistin ji bo xatirê dewleta Tirk rû dide, ji ber ku berjewendiyên wê û yên aliyên misogerkerên wan civînan mîna Îran û Rûsyayê têkilî hev in.

El-Ebûd wiha domand: “MSD bi nêrîna xwe ya siyasî û ya hevgirtî dikare tevahiya hêzên siyasî yên Sûriyê çiqas berên wan cuda bin, hemêz bike û bi wan re li ser bingeha berjewendiya gelê Sûriyê li ser tevahiya berjewendiyan e li hev bike. MSD’ê bi gelek hêzên Sûriyê re li hev kir, herî dawî lihevkirina wê bi Partiya Vîna Gel a li Moskovayê re çêbû.”

RÊVEBERIYA XWESER PERGALEK ALTERNAFÎV E Û JI TEVAHIYA ALIYAN DE TEMAM

El-Ebûd behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser kir û got: “Ev tecrube pergaleke ku ji tevahiya aliyan ve temam e. Herêman li gorî xweseriyên wan bi rêve dibe. Ew dikare bibe pergalek alternatif li şûna pergala navendî, dikare aloziya Sûriyê bi dawî bike û hêviyên gelê Sûriyê di avakirina Sûriyeyeke pirrengî û demokratîk û ne navendî de pêk bîne.”

Sekreterê Partiya Hevalbendiya Demokrat got: “Her destûrek destkeftiyên siyasî û rêveberî yên ku MSD, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên çalak li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, di ber çavan re derbas neke, wê rewşa welêt aloztir bike. Dibe ku vegerin destpêka aloziya Sûriyê yanî çargoşiya dûrxistin û paşguhkirina ku gelek sûrî jê azar kişandin.”

Partiya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokrat partiyek siyasî ya Sûriyê ye û di 2014`an de li Helebê hate damezirandin. Avahiya wê jî li Helebê ye. Gelek şaxên wê li gelek bajarê Sûriyê hene. Xwedî armancên pirrengî û demokratîk e. Ruxseta xwe ji hikukmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtiye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GkC9P843-Kc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>