​​​​​​​Sûriye: 68 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku îro 68 nexweşên nû yên vîrusa Koronayê tespît kirine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Sûriye: 68 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
2 îlon, 2020   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê ragihand ku li Sûriyê 68 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan radibe 2 hezar û 898`an.

Her wiha 4 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara miriyan bû 120.

(cx)