​​​​​​​Mehmûd Beşîr: Dewleta Tirk a dagirker ji bo bigihêje armancên xwe ciwanan dike hedef

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku siyaseta şerê taybet a ku dewleta Tirk li dijî ciwanan daye destpêkirin, berdewama timayên wê ye. Her wiha bang li ciwanan kir ku bêtir hişyar bin, rêxistinkirina xwe xurt bikin û bi îdiayên dagirkeran neyên xapandin.

​​​​​​​Mehmûd Beşîr: Dewleta Tirk a dagirker ji bo bigihêje armancên xwe ciwanan dike hedef
3 îlon, 2020   02:18
REQA-EHMED EL-KIMYAN

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd Beşîr di hevpyevîneke taybet de bi ANHA`yê re behsa armanca dewleta Tirk a dagirker ji siyaseta şerê taybet û hedefgirtina çîna ciwanan kir.

Beşîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser niyetên dewleta Tirk û wiha got: “Ji 2011`an destpêka şoreşa Sûriyê ve, hewl dide çîna ciwanên xwîngerm bi kar bîne û ber aliyê xwe ve dikişîne da ku bi rêya sîxurkirina wan berjewendiyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne.”

‘DEWLETA TIRK TEVLIHEVIYA LI SÛRIYÊ BI KAR TÎNE’

Beşîr wiha domand: “Dewleta Tirk tevliheviya ku li Sûriyê rû daye bi kar tîne û desteka hinek komên tundrew dike da ku destkeftiyên siyasî û leşkerî li Sûriyê bi dest bixe. Heta niha bi rêya piştgiriya hinek koman karî herêmên mîna Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Di salên dawîn de dewleta Tirk bi awayekî yekser mudexeleya Sûriyê kir. Ji wê demê ve demografiya herêmên ku dagir dike heta herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya ajandeyên xwe yên hundirîn, diguhere. Ev hemû dikeve bin xizmeta siyaseta mêtînger û xewnên seriyê desthilatê Erdogan ji bo vejandina serdema Osmanî.”

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê wiha pê de çû: “Piştî ku hêzên ewlehiyê li herêmên Rêveberiya Xweser gelek şaneyên girêdayî istixbarata dewleta Tirk MIT`ê girtin. MIT ciwanên me dike sîxur da ku fîtne û tevliheviyê di nava herêmên me de yên aram û ewle belav bikin. Ji bo wê jî malperên tevna civakî bi kar tînin, madeyên hişbirê û fihûşê di nava çîna ciwanan de belav dikin. Da ku bi hêsanî wan kontrol bikin û hişê wan ji komployên ku li dijî herêmê têne plankirin dûr bixin.”

‘DEWLETA TIRK ÇÎNA CIWANAN DIKE ARMANC JI BER KU EV ÇÎN HÊZA HERÎ ÇALAK A CIVAKÊ YE’

Mehmûd Beşîr destnîşan kir ku dewleta Tirk di şerê xwe yê taybet de çîna ciwanan dike hedef, ji ber ku ew çîna herî çalak di avakirin û parastina civakê de ye. Beşîr wiha axivî: “Divê di vê demê de ciwan baldar bin û xwe birêxistin bikin. Da ku bibin bendeke asê li hemberî komployên mêtîngerî yên ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike û ji bo ku herêmên ku dagir kirine rizgar bikin.”

Têkildarî helwesta desteyê ji çalakiyên ku ciwan li dar dixin, Beşîr da zanîn ku Desteya Ciwan û Werzîşê piştgiriya çalakî û hemleyên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin, dike û destnîşan kir ku hemleya wan a bi dirûşme Helbet em ê bi ser kevin delîlê hêz ciwanan û israra wan a berxwedan û rizgarkirinê ye.

BANGAWAZIYÊN BALDARIYA JI ŞERÊ TAYBET

Di dawiyê de hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd Beşîr bang li tevahiya ciwanan, çi li herêmên dagirkirî yan jî li herêmên Rêveberiya Xweser kir ku bi planên dagirkeran neyên xapandin û ji şerê taybet a ku dewleta Tirk li dijî ciwanan pêk tîne hişyar bin. Da ku destkeftiyên şehîdan, ewlehî û aştiya heyî biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3q6VyyClAGo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>