Fermandariya Giştî ya QSD`ê dibistanên Dêrazorê vala kirin û radestî Navena Perwerdeyê kirin

Li gorî biryara Fermandariya Giştî ya QSD`ê, Melisa Leşkerî ya Dêrazorê dibistanên ku di dema pêngava rizgarkirina gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê de lê bi cih bûbûn, vala kirin û rasdestî navenda perwerdeyê kirin.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê dibistanên Dêrazorê vala kirin û radestî Navena Perwerdeyê kirin
Fermandariya Giştî ya QSD`ê dibistanên Dêrazorê vala kirin û radestî Navena Perwerdeyê kirin
Fermandariya Giştî ya QSD`ê dibistanên Dêrazorê vala kirin û radestî Navena Perwerdeyê kirin
2 îlon, 2020   15:24
DÊRAZOR

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk di 13`ê Tîrmeha 2020`an de, biryarek da ku tê de piştrast kir ew siyasetên parastina dibistanan, cihên perwerdeyê, zarokan pêk tîne. Li gorî wê biryarê fermandariyê dest bi valakirina hemû nuqteyên ku Desteya Perwerdeya û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî dibistan dipejirîne kir. Fermandariyê hevkariya bi nûnera taybet a sekerterê giştî yê têkildarî zarokan û şeran, rave kir. Li ser wê yekê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê îro dibistanên Dêrazorê vala kirin û radestî navenda perwerdeyê kirin.

Fermandariyê di biryara xwe de piştrast kir ku QSD`ê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a 1998(2001) û 2143 (2014) girêdayî bikaranîna dibistanan ji hêla hêzên leşkerî ve û bandorên wê li ser zarokan û karmendên warê perwerdeyê, mafê fêrbûnê di şeran de û sivikkirina bandora şer li ser zarokan û parastina karmendan û pêşkêşkirina hêsanan ji wan re destnîşan dike.

Li ser vê bingehê û bi zêkbûna destpêkirina sala xwendinê ya nû re, piştî ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê civînek ji fermandarên QSD`ê re çêkir, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD`ê dest bi valakirina dibistanan li herêmê kir û radestî navenda perwerdeyê kirin.

Ev xebat bi beşdarbûna endamên rêveber ên Navenda Perwerdeyê, Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û rûspiyên Hecînê hate meşandin.

Di vê çarçoveyê de du dibistanên rojhilatê gundewarê Dêrazorê; dibistana navîn a Behra Xerbiye û dibistana Yermûk a bajarokê Xiranîc hatin radestkirin.

Fermandarên ku xebatên radestkirina dibistanan dişopînin diyar kirin ku ew ê di zûtirîn dem de dibistanan vala bikin da ku xebatên perwerdeyê were meşandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja şemiyê avakirina makenîzmeya giliyên sivîl ên girêdayî leşkerkirina zarokan di nav refên QSD`ê de ragihandibû. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de gotibû: “Ev makenîzme li gorî plansaziya ku di navbera NY û QSD`ê de ya ku di 29`ê Hezîrana 2019`an de hatiye îmzekirin û ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye erêkirin, hate avakirin.”

Rêveberiya Xweser û QSD`ê di daxuyaniyên xwe de soza pêkanîna pîvanên qanûnî yên navneteweyî yên girêdayî parastina zarokên ku ji şerê li Sûriyê bandor dibin, dabû.

(şx)

ANHA