Arabistana Siûdî asmanê xwe ji tevgera balafiran a di navbera Îsraîl û Îmaratê de vekir

Çavkaniyên fermî yên Arabistana Siûdî ragihandin ku Arabistana Siûdî asmana xwe bi awayekî mayînde li pêşiya tevgera balafiran a di navbera Îmarat û Îsraîlê de vekir.

Arabistana Siûdî asmanê xwe ji tevgera balafiran a di navbera Îsraîl û Îmaratê de vekir
2 îlon, 2020   15:24
XEZA

Çavkaniyek berpirs ê Desteya Giştî ya Balarfiran a Sivîl a Arabistana Siûdî diyar kir ku desteyê daxwaznameya Desteya Giştî ya Balafiran a Îmaratê ji bo bikaranîna asmana welêt ji bo rêwîtiyên ber bi Îmaratê ve û ji wê ber bi tevahiya dewletên cîhanê ve erê kir.

Çavkanî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Arabistana Siûdî WAS re destnîşan kir ku biryar sabît û mayinde ye.

Wezîrê derve yê Arabistana Siûdî Feysal Bin Ferhan diyar kir ku helwestên welatê wî li hemberî doza Filistînê nayên guhertin û ev biryar dê bandor lê neke.

Li gorî raporên rojnameyan ev biryar piştî hevditîna mîrê Arabistana Siûdî Mihemed Bin Selman bi mezintirîn şêwirmendên serokê Amerîkayê û zavayê wî Jared Kushner re hat.

(şx)