57 cenazeyê endamên tugeya 93 ji du gorên komî hatin

Bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk îro bi dehan cenazeyên endamên tugeya 93 ên ku di havîna 2014`an de ji hêla DAIŞ`ê ve hatibûn qetilkirin, ji gora komî ya duyemîn a li gundewarê Eyn Îsayê hatin derxistin.

57 cenazeyê endamên tugeya 93 ji du gorên komî hatin
57 cenazeyê endamên tugeya 93 ji du gorên komî hatin
57 cenazeyê endamên tugeya 93 ji du gorên komî hatin
57 cenazeyê endamên tugeya 93 ji du gorên komî hatin
57 cenazeyê endamên tugeya 93 ji du gorên komî hatin
2 îlon, 2020   15:40
EYN ÎSA

Îro tîmên endezeyê yên girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê 42 cenaze ji gora komî ya duyemîn a li nêzî gundê Xefiye El-Wehib li navçeya Eyn Îsayê derxistin.

Her du gorên komî yên endamên tugeya 93 ku di havîna 2014`an de ji hêla DAIŞ`ê ve hatine qetilkirin in. Beriya vê 15 cenaze hatibûn derxistin. Bi vê yekê hejmara cenazeyên ku ji her du goran hatine derxistin gihaşt 57`an.

Nivîsgehê tevahiya cenazeyên ku ji her du goran hatine derxistin radestî hêzên hikumeta Sûriyê kirin. Bi armanca ku testên pêwîst li ser çêbikin û wan nas bikin da ku piştre radestî malbatên wan bikin.

Her du gorên komî li ser agahiyên şêniyên herêmên ku du gor li herêmê hene, di 31`ê Tebaxê de hatin dîtin. Gora yekemîn li gundê Firhaniyê bû û ya duyemîn li gundê Xefiye El-Wehib e. Her du gor jî nêzî hev in û tenê bi 2 kîlometran ji hev dûr in.

Li gundewarê navçeyê gelek gorên komî yên tugeya 93 hene. Lê heta niha tenê 4 hatine dîtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vPfdMyJ4FGY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>