MSD’ê li Eyn Îsayê komxebatek ji bo jinan li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê bi armanca xurtkirina rola jinan û bihêzkirina beşdariya wan di qada siyasî de komxebatek li navçeya Eyn Îsayê, li dar xist.

MSD’ê li Eyn Îsayê komxebatek ji bo jinan li dar xist
MSD’ê li Eyn Îsayê komxebatek ji bo jinan li dar xist
MSD’ê li Eyn Îsayê komxebatek ji bo jinan li dar xist
MSD’ê li Eyn Îsayê komxebatek ji bo jinan li dar xist
31 tebax, 2020   12:54
EYN ÎSA

Endamên meclis û komîteyên kantonên Girê Spî û Eyna Îsayê, beşdarî komxebatê bûn.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Umer rewşa beşdariya siyasî ya jinan a berê û ya niha di Rêveberiya Xweser û MSD’ê de, şîrove kirin.

Beşdaran gelek mijar nîqaş kirin, jê jî astengiyên li pêş jinan ên tevlêbûna jiyana siyasî.  Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku beşdariya jinan li sazî û komîteyên Rêveberiya Xweser pêngaveke baş e, da ku kevneşopên civakî yên redkirina beşdariya jinan bişikînin.

Îlham Umer beşdariya jinan a nimûneya Rêveberiya Xweser a niha û ya berê da ber hev, her wiha da zanîn ku beşdariya jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de herî aktîf e. Ji ber ku jin rasterat beşdarî sîstema hevserokatiyê bûn û pratîka wê di xebata xizmetguzarî û rêveberiyê de eşkere ye.

Beşdaran bi rêya nîqaşên xwe bal kişand ser ku pêwîst e aktîfbûna jinan di beşdariya sazî û partiyên siyasî yên li herêmên Rêveberiya Xweser de zêdetir be, li gel wê jî divê jin xwe zêdetir perwerde bikin.

MSD'ê beriya niha heman komxebat, li herêma Cizîr, Minbic û Tebqayê li dar xistin. Di demên pêş de dê ev komxebat li Reqa û Dêrazorê jî li dar bikevin.

(fr)

ANHA