Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî ciwanên Efrînê dewam dikin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk bi hinceta ku ciwanan erka xweparastinê beriya dagirkirina kantona Efrînê kiriye, li pêş ciwanan du vebijêrk danîn; an ew ê fîdyeyan bidin an jî bi dema 3 mehan di girtîgehê de bimînin.

Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî ciwanên Efrînê dewam dikin
31 tebax, 2020   10:39
EFRÎN

Çavkaniyan ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re daxuyand ku polîsên leşkerî yên li Efrînê ciwanên Kurd agahdar kirine ku yan ew ê hezar lîreyên Tirkiyê bidin û yan dê 3 mehan werin girtin.

Ev ceza li dijî ciwanên ku niha li Efrînê ne û wan erka xweparastinê kiriye, pêk tên.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir ku beriya niha ciwanan ji bo serbest werin berdan, hezar û 500 lîreyên Tirkiyê dabû.

Rêxistinê bi bîr xist ku îstixbarata Tirkiyê perspektîfan dide polîsên leşkerî, sivîl û çeteyên xwe ku li dijî welatiyên Kurd ên li Efrînê mane, derkevin û wan neçar bikin ku ji malên xwe derkevin, koçber bibin û paşê malbatên çeteyên bikevin malên sivîlan.

(eh)

ANHA