Şêwirmendê serokê Efganistanê hate kuştin

Kanala 1TV ya Efganistanê da zanîn ku îro şêwirmendê serokê Efganistanê yê kar û barên civakî û yê giştî Mihemed Hesen Hûtak hat kuştin.

Şêwirmendê serokê Efganistanê hate kuştin
31 tebax, 2020   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanalê ku agahiyên xwe dispêre polîsan, diyar kir ku bûyerakuştinê şeva berê li nêzî mala şêwirmend a li Kabûlê rû da.

Serokê Efganistanê Eşref Xenî jî ev sûc şermezar kir û wek karekî terorîstî bi nav kir.