​​​​​​​Şandeyên Amerîka û Îsraîlê diçin Îmaratê

Bi yekemîn rêwîtiya hewayî ya fermî ku dê ji Îsraîlê ber bi Îmaratê ve pêk bê, dê şandeyên Amerîka û Îsraîlê biçin Îmaratê ku têkiliyan xurt bikin. 

​​​​​​​Şandeyên Amerîka û Îsraîlê diçin Îmaratê
31 tebax, 2020   10:37
XEZA

Kenala inews24 diyar kir balafira ku têkiliyên dualî xurt bike, dê ya şîrketa ‘IL AEL’ be û dê di ser asîmanê Erebistana Siûdiyê re derbas bibe ku tê de jî şandeyeke Îsraîlê ji serokê Meclisa Ewlehiya Nîştimanî û şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Îsraîlê Meir Bin Shabat û şandeya amerîkî ji şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Amerîkayê Robert O’Brein û şêwirmendê serokê Amerîkayê Jard Kushner pêk tê, hebe.

Ji aliyekî din ve, çapemeniya Îsraîlê destnîşan kir ku Erbistana Siûdî hişt balafira Îsraîlê di ser asîmana wê re derbas bibe. Tevî ku tu têkiliyên fermî di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de tune ne.

Rayedarên Erebistana Siûdî, ji ber ku di balafirê de kesayetên amerîkî yên payebilind hebûn, hişt ku balafira Îsraîlê derbas bibe.

Li gorî inews24 dê serdana şandeyên Îsraîl û Amerîkayê ji paytexta Îmaratê Ebû Zebî re îro û sibe berdewam bike. Dê civîn li ser xebatên hevbeş ji bo îmzekirina lihevkirina alîkariya di mecalên sivîl û aborî de li dar bikevin.

(sm)