​​​​​​​Li ser şopa DAIŞ'ê… Artêşa Tirk pîrozgehan wêran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  ku xeta çeteyên DAIŞ'ê dişopînin, pîrozgeh û perestgehan wêran dikin. Endamê Komîteya Olî ya Kongreya Civaka Îslamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seqir Xelîl got “Dewleta Tirk û DAIŞ wekî hev in. Tenê navên wan cuda ne. Dewleta Tirk li ser şopa DAIŞ’ê ye pîrozgehan wêran dike.”

​​​​​​​Li ser şopa DAIŞ'ê… Artêşa Tirk pîrozgehan wêran dike
​​​​​​​Li ser şopa DAIŞ'ê… Artêşa Tirk pîrozgehan wêran dike
​​​​​​​Li ser şopa DAIŞ'ê… Artêşa Tirk pîrozgehan wêran dike
​​​​​​​Li ser şopa DAIŞ'ê… Artêşa Tirk pîrozgehan wêran dike
31 tebax, 2020   06:29
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2015’an de li gundên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê gelek cihên pîroz, dêr û mizgeft wêran kirin. Heta niha şopên talankirin û wêrankirina wan cihan diyar in.

Dewleta Tirk di sala 2018’an de kantona Efrînê dagir kir, di sala 2019’an de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Dewleta Tirk a dagirker di destpêka êrişên xwe yên li ser van bajaran de, cihên pîroz kirin hedef. Her wiha bi domdarî gefan li dêr û mizgefên xeta şer ên gundên nêzî navçeya Til Temirê dixwe.

Têkildarî êrişên li dijî cihên olî, endamê Komîteya Olî ya Kongreya Civaka Îsalamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seqir Xelîl ji ANHA'yê re axivî.

'JI BO FIKRÊN XWE YÊN TUNDRAW NAVÊ ÎSLAMÊ BI KAR TÎNIN'

Seqir Xelîl di destpêka axaftina xwe de got: "Dema em qala wêranbûna ku li herêmê hate kirin dikin, êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2015'an, hedefkirin û rûxandina mizgeft û dêran tê bîra me. Bawermend mizgeftan ava dikin, lê çeteyên DAIŞ'ê bi navê al û navê îslamê êrişî herêmê kirin, minber kirin zingilê fitine û wêrankirin, gelek dêr, mizgeft û meqamên olî yên herêmê rûxandin.”

Xelîl destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, rûyên xwe yê rast ê mîna DAIŞ'ê û armancên xwe eşkere kirin. Xelîl  got: "Hemû hêzên dijberî herêmê di bin ala îslamê de tevdigerin û cihên îbadetê û malên xwedê dikin hedef."

Seqir Xelîl eşkere kir ku mizgeft û dêrên li xetên şer di bin gefa wêrankirinê de ne û wiha domand: "Ji ber êrişên bêserûber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mizgeft û cihên îbadetê yên li xetên şer bi wêranbûnê re rû bi rû ne. Hêzên dagirker ji bo afirandina fitne, parçebûnê û gihandina ziyanê bi peyama îslamê mizgeft û cihên îbadetê dikin hedef. Bi hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ola îslamê di xeteriyê de ye, ji ber ku olê ji bo pêkanîna sûcên xwe li herêmê bi kar tînin."

Seqir Xelîl her wiha destnîşan kir ku "DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Artêşa Azad, ta artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û xeyalên xwe yên dagirkirinê ala îslamê bi kar tînin. Hemû kesên di nava komên çete de heman in, lê nav û alên xwe diguherin."

Endamê Komîteya Olî ya Kongreya Civaka Îsalamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seqir Xelîl di dawiya axaftina xwe de got: "Çeteyên li herêmê û artêşa Tirk a dagirker ola îslamê dikin hinceta kiryarên  xwe. Îsalm ji wan kiryaran dûr e. Ji ber ku fitweyên qetilkirina muslimanan, wêrakirinê û hedefkirina cihên îbadetê û pîrozgehên olî derxitine."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3xokahq3tQM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>