Biradost Mîtanî: Divê yekitiya neteweyî, Kurdistanî be û ne li ser esasê kotayê be

Biradost Mîtanî diyar kir ku sedema sereke ya êrişên li dijî Kurdan, jihevketina refa kurdî ye. Her wiha piştrast kir ku divê yekitiya neteweyî li ser asta Kurdistanê be û ne li ser esasê kotayê be.

Biradost Mîtanî: Divê yekitiya neteweyî, Kurdistanî be û ne li ser esasê kotayê be
31 tebax, 2020   06:22
QAMIŞLO- EKREM BEREKAT

Ev çend sal e hêzên kurdî hewl didin refa kurdî bikin yek, lê belê ji ber berjewendiyên partiyetî yên teng ên hin hêzan, gavên cidî di vê mijarê de nayên avêtin.

Dîrokzan Biradost Mîtanî diyar dike ku yekitiya neteweyî xewna her Kurdekî li welêt û derveyî welêt e û wiha got: "Gelê Kurd dît ku çawa gelên din bi yekitiyê xwe û xaka xwe rizgar kirin. Lewra ew jî hewl dide vê yekê bike."

Biradost Mîtanî destnîşan kir ku sedema sereke ya parçekirin û dagirkirina Kurdistanê û jihevxistin û qirkirina civaka kurdî, ew ku gelê Kurd yekitiya xwe ava nekiriye û wiha lê zêde kir: "Heke me yekitiya xwe ava kiriba, em îro azad bûna û hêza me yek bûya. Her wiha me dikarî bersiva dijmin jî bida."

‘BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ HIŞT KU GELÊ KURD BERJEWENDIYA NETEWEYÎ WINDA BIKE’

Mîtanî tekez kir ku divê yekitiya neteweyî ne tenê di navbera partiyên siyasî de be, lê belê divê hemû beşên civakê beşdarê bibin û daxuyand ku pêwîstiya civaka kurdî tekez bi yekitiyê heye. Mîtanî wiha da zanîn: "Divê yekitî bi awayekî birêxistinkirî be, tevahî civaka kurdî bigire nava xwe û nûnertiya gelê Kurd di qada navneteweyî ya siyasî û dîplomatîk de bike."

Mîtanî her wiha îşaret bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK`ê kir û got: "Kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê heye û bi dehan partî û rêxistinên kurdî di bin saya wê de kom dibin. Lê mixabin, hin partiyên kurdî hîna beşdarî kongreyê nebûne û bi taybetî Partiya Demokartîk a Kurdistanê-Iraq. Dibe ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bingeha guncew ji bo yekirina refa kurdî ava bike. Şaxeke xwe li Rojava jî heye û bi rêya wê şaxê hewl dide hêzên kurdî yên Rojava bike yek."

‘DIVÊ YEKITIYA NETEWEYÎ LI SER ASTA KURDISTANÊ BE’

Mîtanî piştrast kir ku heke yekitiya neteweyî ya Kurdistanê pêk hat û hemû partiyên siyasî yên kurdî beşdarê bûne, dê hewldanên cidî yên rizgarkirina Kurdistanê bên kirin û dê nûnertiya Kurdan di qadên navneteweyî de û di aliyê dîplomatîk de bê kirin. Her wiha dê hêzeke leşkerî ku parastina tevahî gelê Kurd dike, bê avakirin. Mîtanî got: "Wê demê dê ruhê neteweyî di her kurdekî de geş bibe."

Mîtanî di axaftina xwe de behsa bandorên jihevketina refa kurdî kir û wiha got: "Mixabin, ji ber tunebûna yekitiyeke neteweyî ya Kurdistanî hin Kurd baweriya xwe bi firk û siyasetên dijminan dikin wekî siyaseta Tirkî-Erdoganî. Her wiha hin hêzên li Herêma Kurdistanê ji ber vê jihevketinê, ajandeyên dijminê gelê Kurd pêk tînin."

Dîrokzan Biradost Mîtanî tekez kir ku divê yekitiya neteweyî li ser astê Kurdistanê be û wiha domand: "Belê, hewldanên yekirina refa kurdî li Rojava hene, lê belê ev hewldan têrê nakin. Dijminên Kurdan êrişî seranserê Kurdistanê dikin û bi rêya hin ajandeyên xwe yên di hundir Kurdistanê de, dixwazin van hewldanên yekitiyê vala derxin."

Mîtanî wiha da zanîn: "Tevî hewldanên yekirina refa kurdî li Rojava jî, lê belê di avêtina gavên cidî de derengmayîn heye. Berevajî wê, divê bi lez yekitî pêk bê. Ji ber ku rewşa siyasî li herêmê dem dem tê guhertin û em nizanin wê çi di pêşerojê de biqewime."

SEDEMÊN DERENGMAYÎNA YEKITIYA KURDAN

Mîtanî sedema derengmayîna yekirina refa kurdî li Rojava spart lawazbûna ruhê neteweyî yê Kurdistanî li gel hin partiyan û wiha got: "Em di vê mijarê de zelal bin, Partiya Yekitiya Demokratîk hin biryarên xwe bi lez dide û dereng naxe, lê belê biryarên Meclisa Niştîmanî ya kurdî ne yekbûyî ne û nêrînên partiyên di nava meclisê de jî ne nêzî hev in û hîna di nava xwe de li hev nekirine. Biryarên wan ne zelal in. Ji lewra hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî dereng dimînin."

Mîtanî wiha destnîşan kir: "Ta niha  Meclisa Niştîmanî ya kurdî endamekî Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyê ye. Zêdetirî ji sedî 95 ji gelê Kurd dixwazin ku meclisa niştîmanî ji opozîsyonê derkeve. Ji ber ku opozîsyon dijminê gelê Kurd û doza kurdî ye, bi fermanên Tirkiyê tevdigere û gelek herêmên Rojava dagir kirine. Her wiha meclis li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Rojava bêdeng e. Tevî vê yekê jî gelê herêmê bi erênî li hewldanên yekitiya neteweyî dinêre."

Mîtanî wiha nirxandina xwe dewam kir: "Ez dibînim ku divê têkiliya partiyên kurdî yên Rojava bi partiyên kurdî yên parçeyên din ên Kurdistanê re hebe. Beriya destpêkirina dan û standinên yekitiya neteweyî nûnerên meclisa niştîmanî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û şêwira PDK`ê xwestin. Ev yek baş e, lê belê rûtîn hewldanên yekitiyê dereng dixe."

Biradost Mîtanî diyar kir ku partiyên Meclisa Niştîmanî ya kurdî di nava xwe de parçe bûne û wiha got: "Mînak; Partiya (Yekitî) kurdî ku endamê meclisa niştîmanî ye, ji hundir û derve ve hatiye parçekirin. Nûnerên partiyê li derve Fûad Elîko û Îbrahîm Biro li dijî yekitiyê ne. Endamên Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê ên hundir piştgiriya hewldanên yekitiyê dikin, lê belê yek ji rêveberên partiyê Ebdulhekîm Beşar li derve li dijî yekitiyê ye."

‘DIVÊ YEKITÎ NE LI SER ESASÊ KOTAYÊ BE’

Têkildarî encamên civînên di navbera hêzên kurdî de û hewldanên hin partiyên ên pêşkêşkirina bendan der barê destkeftiyên ku hatine bidestxistin de, Mîtanî got: "Bi rêya birkarîna mijara yekitiyê, Kurdistan hate parçekirin. Ev hewldan li dijî berjewendiyên gelê Kurd û li dijî hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdî ne. Ji ber ku destkeftiyên hatine bidestxistin ne milkê partiyekî ya aliyekî ne. Em zelal bin, Kotaya ku behs tê kirin (ji sedî 40, ji sedî 40 û ji sedî 20) ne karekî neteweyî ye. Lê belê desteserkirina destkeftiyên gelê têkoşer û niştîmanperwer e. Tu qanûn û pîvanên ku dibêjin; (divê gel tê bikoşe, li ber xwe bide û fedekdkariyan bide û aliyekî din ku tu tişt nekiriye were û destkeftiyên hatine bidestxistin parve bike) tune ne. Ji bo bidestxistina van destkeftiyan zêdetirî 12 hezar têkoşeran xwe feda kir. Niha ew çawa dikarin behsa parvekirinê û kotayê bikin. Dê dîrok vê yekê efû neke."

Mîtanî wiha dewam kir: "Divê yên ku xwe di oxira bidestxistina van destkeftiyan de feda kirine, neyên paşeguhkirin. Divê yekitî ne li ser esasê kotayê be, ji ber ku dê kêm be."

‘JI BER KU PKK GELÊ KURD DIPARÊZE, ÊRIŞ LÊ TÊN KIRIN’

Biradosta Mîtanî hewldanên PKK’ê yên ji beriya 40 salan ve ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî, pîroz kir û wiha got: "Dewleta Tirk dewleteke hov e û dijminahiya mafên gelê Kurd dike. Ji lewra êrişî PKK`ê ku xwedî projeyek neteweyî ya rizgariyê ye, dike. PKK, ji bo azadiya gelê Kurd li her derê têdikoşe, li hemberî çavnebariyên dewleta Tirk a şovenîst disekine û xaka Kurdistanê diparêze. Berxwedana Heftanînê mînaka wê yekê."

Biradost Mîtanî wiha pê de çû: "Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Iraq ji bo parastina destkeftiyên di destê xwe de, têkiliyên xwe bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re xurt nake. Pir girîng e ku ji bo berjewendiyên Kurdistanî dev ji berjewendiyên kesayetî berde. Dijmin her tim êrişî destkeftiyên Kurdan dike. Mînak; dema ku Mesûd Barzanî li Başûrê Kurdistanê referandum pêk anî, me dît çawa dewleta Tirk êrişî Herêma Başurê Kurdistanê kir."

Biradost Mîtanî daxuyand ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û PKK`ê pêk tên, ji ber ku PKK`ê ji bo azadî û mafên neteweyî yên Kurdan tê dikoşe ye û wiha got: "Heke yekitiya neteweyî ya kurdî hatiba pêkanîn, dê planên Tirkiyê hatibana têkbirin."

Biradost Mîtanî piştrast kir ku çi qasî pêkanîna yekitiyê bê derengxistin, ew qasî dê êriş û planên qirkirinê li dijî Kurdan pêk bên. Mîtanî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em çiqasî yekitiyê bi lez pêk bînin, em ê karibin hemû planên dagirkeriyê têk bibin, çandeke neteweyî û hêzeke ku karibe jiyana gelê Kurd li seranserê cîhanê biguhere, ava bikin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pVk0qouiDaY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>