​​​​​​​‘Saziya Newroz dê ji bo krîza xurekê bibe çareserî’

Şêniyên navçeya Şedadê diyar kir ku vekirina saziyeke mezaxtinê dê çareseriyekê ji pirsgirêka bihabûna madeyên xwarinê re peyda bike.

​​​​​​​‘Saziya Newroz dê ji bo krîza xurekê bibe çareserî’
​​​​​​​‘Saziya Newroz dê ji bo krîza xurekê bibe çareserî’
​​​​​​​‘Saziya Newroz dê ji bo krîza xurekê bibe çareserî’
​​​​​​​‘Saziya Newroz dê ji bo krîza xurekê bibe çareserî’
​​​​​​​‘Saziya Newroz dê ji bo krîza xurekê bibe çareserî’
31 tebax, 2020   06:38
HESEKÊ-BESIM EL-DEXÎL

Bi pêkanîna Qanûna Qeyser re lîreyê Sûriyê li hember dolarê Amerîkî bi bin ket û pê re madeyên xwarinê biha bûn.

Di nav rêzeprojeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji bo sekna li dijî aloziya aborî û sivikkirina bandora Qanûna Qeyser li ser gel, Desteya Aborî berî çend rojan saziya Newroz a mezaxtinê li navçeya Şedadê ava kir.

Şêniyên navçeyê spasiya Rêveberiya Xweser kir ku barê krîza aborî li herêmê li ser milê şêniyan rakir. Şêniyan diyar kir ku projeyên bi vî rengî keysbaziya bazirganan li ser hin madeyên bingehîn wekî şekir û rûn ku bi du qat bihatir difrotin bi sînor dike.

Sîham Mihemed dibêje: “Di saziyê de her cure xurek heye, nirxên wan li gorî dixlê şêniyan e. Em hêvî ji aliyên têkildar dikin ku di vî karî de berdewam bin da ku rewşa jiyanî baş be."

Welatiyê bi navê Fehd El-Xudêr dest nîşan kir ku sazî gava yekem e ji bo sînordayîna cûdahiyên bihabûnê li sûkê bi lîstekirina nirxên her modeyekê û bi vî rengî bazirgan dê nikaribin bi bihabûna tiştan bilîzin.

Xudêr got: “Sazî gava rastîn e li hemberî bandora qaûna Qeyserê û sivikirina bar li ser gel e, nemaze piştî bilinbûna dolarê."

Xudêr hêvî kir saziyên din mîna vê ji bi cilan û hwd vebin.

Şêniyê bi navê Necî El-Nicûm hevrûkirin di navbera sazî û sûkê de diyar kir piraniya şêniyan berî didin saziyê.

Hêjayî gotinê ye ku Meclisa Sivîl a Şedadê girîngiya vekirina mîna van projeyan ji bo başkirina rewşa jiyanî ya şêniyan destnîşan kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V9fHT01vpLE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>