Qamişlo.. koçberiya zêde û daketina nirxê lîreyê Sûriyê aloziya bicihbûnê derxist

Şêniyên bajarê Qamişlo ji ber pirsgirêka tunebûna malên kirê û bihabûna wan, bi gazinc in. Xwediyê buroyeke milkan (eqarî) sedema vê bihabûnê û aloziya bicihbûnê spart pêla mezin a koçberiya ber bi herêmê ve û daketina nirxê lîreya Sûriyê li hemberî dolar. Yekitiya Buroyên Milkan a bajarê Qamişlo jî buhayê kirêkirina malan diyar kir.

Qamişlo.. koçberiya zêde û daketina nirxê lîreyê Sûriyê aloziya bicihbûnê derxist
31 tebax, 2020   03:08
QAMIŞLO- LÎLAV DÊWANÎ

Ji ber şerên li Sûriyê û êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêla koçberiya ber bi herêmên ewle ve zêde bû. Bajarê Qamişlo yek ji bajarên bi ewle ye û bû warê bi hezaran koçberan. Ji ber zêdebûna daxwazên malan û bilindbûna buhayê kirêyê û daketina lîreya Sûriyê li hemberî dolar aloziyeke bicihbûnê derxist û azarên şêniyan zêde kir.

Şêniya bi navê Zekiye Mihemed girêdayî mijarê wiha got: "Ev 3 mehe ez li malekî digerim. Lê tevî hemû hewldanan jî min malek nedît. Malên heyî jî pir biha ne. Xwediyên malan dixwazin malên xwe bi dolar bidin kirê. Li hemberî her meheke kirêyê 100-150 hezar lîreyên Sûriyê dixwazin. Ev yek barê me girantir dike. Fona hevserê min 200 hezar e. Li gel vê aloziya aborî ku em têre derbas dibin, ez nikarim malekê bi vê bûhayê kirê bikim."

Zekiye Mihemed ev pirs kir: "Gelo rewş ber bi ku ve diçe? Ez ji şêniyên vî bajarî me û nikarim malekê peyda bikim da ku min û malbata min bihewîne. Gelo herî dawî em ê di kampan de bi cih bibin? "

Zekiye bang li xwediyên malan kir ku li gel van mercên aborî yên zehmet bi şêniyan jî bifikrin û kirêya malan daxînin.

Xwediyê buroyeke milkan (eqarî) Bedran Xelo jî sedemên buhabûna kirêya malan wiha şîrove kir: "Ji ber bihcihbûna koçberên ji hemû parêzgehên Sûriyê li bajarê Qamişlo, hejmara şêniyên bajêr zêde bûye. Her wiha projeyên avakirin û lêkirinê jî kêm in. Li Sûriyê aloziya aborî heye, heman demê de lireyê Sûriyê li beramberî dolar ketiye. Lewma jî kirêya xaniyan bilind bûye."

Xelo got ku çareserkirina aloziya bicihbûnê bi lêkirina avahiyan anku avakirina cihên niştecihbûnê ji bo koçberan û kesên pêwîstiya wan bi malan heye, pêkan e.

Girêdayî heman mijarê, yek ji rêveberên Yekitiya Buroyên Milkan (Eqarî) ya bajarê Qamişlo Ednan Mansûr got: “Ji destpêka meha Tebaxê ve, yekitiyê nirxê (50 hezar lîreyên Sûriyê) wekî nirxê herî bilind yê mehane yê kirêkirina malan diyar kir. Her wiha piştrast kir ku di îmzekirina peymanan de ew bi dolar nadin û nastînin.”

Mansûr destnîşan kir ku heke ji nirxê hatiye diyarkirin zêdetir bê dayîn, divê kesê mal kirê kiriye hemû belgeyan bide yekitiyê (heke ku peymana bi xwediyê malê re bi dawî bûbe jî) û dê bi qasî pereyên ku dane kirêyê, bê pere di malê de bimîne.

Mansûr bang li şêniyan kir ku heke rastî pirsgirêkên bi vê rengî hatin divê giliyên xwe rakin yekitiyê û wiha got: "Em ê her tim li kêleka şêniyan bin. Em ê hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin. Tu kes nikare destdirêjî mafên şêniyan bike yan wan ji malan derxîne."

Mansûr tekez kir ku divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel şer û aloziyên ku tê re derbas dibe, yek dest bin û mercên hev di ber çav re derbas bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yV9qVFA9OHc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>