ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-08-2020`AN
30 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Navçeya Şêrawa li gundê Xirbet Heyat ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê daxuyaniyekê dide, saet 17:00'an.

-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, û hiqûqnasên kantonê ji bo şehadeta parêz Ebrû Tîmtîk daxuyaniyê didin, saet 11:00'an.

- Hikumeta Iraqê wergirtina penaberên Iraqê yên di kampa Holê de red dike. Penaber ji bo pêşeroja zarokên xwe yên bê xwendin mane, metirsîdar in.  Her wiha ditirsin ku zarokên wan bi kiryarên malbatên DAIŞ’ê yên di kampê de ne, bandor bin. Bi  taybet piştî qetilkirina hinek niştecihan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnamevan û endamê YRA'yê yê herêma Efrînê Idrîs Henan got: ”Siyaseta PDK’ê ya li hemberî çalakvan û rojnamevanan dûrî pîvanên demokrasiyê ye û wek ya AKP’ê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê destnîşan kirin ku dê aloziya Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî çareser bibe. Her wiha piştrast dikin ku ji ber neamadebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê, civînên berê mîna Cinev û civînên komîteya destûrî bi bin ketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  ku xeta çeteyên DAIŞ'ê dişopînin, pîrozgeh û cihên îbadetê wêran dike. Endamê Komîteya Olî ya Kongreya Civaka Îslamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seqir Xelîl got: “Dewleta Tirk û DAIŞ weke hev in. Tenê navên wan cûda ne. Dewleta Tirk li ser şopa DAIŞ’ê ye, pîrozgehan wêran dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Bradost Mîtanî daxuyand ku sedema sereke ya êrişên li dijî Kurdan pêk tên, jihevketina refa Kurdî ye. Her wiha piştrast kir ku divê yekitiya netewî li ser astê Kurdistanê be û ne li ser esasê kotayê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo gotin: “Divê hemû kurdistanî xeteriya êrişên li ser Heftenînê tê bihihêjin. Dewleta Tirk bi van êrişan ne tenê partiyekê, hêzekê yan jî herêmeke diyar dike hedef. Dewleta Tirk tevahiya Kurdên li axa Kurdistanê dike hedef.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Meclisa Jinên Sûriyê Emna Xidir bang li tevahî jinên cîhanê kir ku hevgirtî bin û destekê bidin jinên Tirk ên rastî tundiyê tên. Di demekê de ku endamên AKP`ê bang li Tirkiyê dikin ku ji peymana Stenbolê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, vekişe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Qamişlo ji ber pirsgirêka tunebûna malên kirê û bihabûna wan, bi gazinc in. Xwediyê buroyeke milkan (eqarî) sedema vê bihabûnê û aloziya bicihbûnê spart pêla mezin a koçberiya ber bi herêmê ve û daketina nirxê lîreya Sûriyê li hemberî dolar. Yekitiya Buroyên Milkan a bajarê Qamişlo jî buhayê kirêkirina malan diyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Şedadê diyar kirin ku vekirina saziyek mezaxtinê dê çareseriyekî ji bo pirsgirêka bihabûna madeyên xwerinê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA