Ciwanên Kurd ên li Danîmark û Siwêd alîkarî pêşkêşî xelkê Hesekê kirin

Piştî qutkirina dewleta Tirk ava vexwarinê li ser şêniyên Hesekê ji beriya zêdetirî mehekê ve, bi hezaran kes ku di nava wan de ciwanên Danîmark û Siwêdê jî hebûn bi rêya malperên tevna civakî piştgirî dan xelkê Hesekê.

 Ciwanên Kurd ên li Danîmark û Siwêd alîkarî pêşkêşî xelkê Hesekê kirin
25 tebax, 2020   14:23
HESEKÊ- OLVA HEC MANSÛR

Ji bo bidawîkirina aloziya avê li bajarê Hesekê û dîtina çareyên alternatîf ji bo bidawîkirina şantajên Tirkiyê û çeteyên wê ku piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî stasyona Elokê kontrol kir, însyatîfên civakî dewam dikin.

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagirkirine, ev cara 8`emîn e ku ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê qut dike. Gelê Kurd ê li derveyî welat ji bo pêşkêşkirina pereyan da ku pê ava vexwarinê bikirîn û li şêniyên bajarê Hesekê bê belavkirin, însyatîfeke civakî dest pê kir.

Ciwanên Kurd ên Danîmark û Siwêdê miqdareke pere kom kirin û ji xizmên xwe re şandin da ku pê ava vexwarinê û madeyên xwarinê bikirin û li şêniyên Hesekê belav bikin. Di demekê ku rêxistinên mirovî keraseta mirovî ku zêdetirî milyonek mirov dijî, paşguh dikin.

Ciwanê bi navê Ciwan Mehmûd ê ji şêniyên Qamişlo ku niha li Danîmarkê dimîne xwediyê vê însyatîfê ye. Ciwan Mehmûd bi rêya "facebookê" 2 hezar û 400 kes di koma bi navê "gelê Kurd li Danîmarkê"de kom kir.

Ciwanên kurd biryar dan ku vê însyatîfê berdewam bikin û erkên dikevin ser milê hemû Kurdistaniyên li Ewropayê pêk bînin, da ku îspat bikin ku gelê kurd li hundir û derveyî welêt yek e.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê peywendî bi vê komê re danî. Wan piştrast kir ku alîkarîdayîna gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê erkeke netewî ye dikeve ser milê wan û wiha gotin: "Me miqdareke pere kom kir da ku pê av bê kirîn û li taxên navçeya Hesekê bê belavkirin."

Ciwan Mehmûd diyar kir ku ew ji bo gelê xwe her tim amade ne û got: "Gelê Kurd yek e. Dewletên dagirker dixwazin gelê Kurd parçe bikin, lê belê dê gelê Kurd ji bo parastina nasnameya xwe li her derê têbikoşe."

https://m.facebook.com/groups/448051142483903?view=permalink&id=593278954627787

Lînka koma facebookê ev e: https://m.facebook.com/groups/448051142483903?view=permalink&id=593278954627787

(cx)

ANHA