Li Xezayê ji ber koronavîrusê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Hikumeta herêma Xezayê piştî, eşkere bû ku 4 kes derveyî navendên karantînayê bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, qedexeya derketina derve ya giştî ferz kir.

Li Xezayê ji ber koronavîrusê qedexeya derketina derve hate ragihandin
25 tebax, 2020   14:11
XEZA

 Li herêma Xeza ya Filistînê ya ku zêdeyî 14 sal in di dorpêçê de ye, 4 kes ji derveyî navendên karantîneyê bi Koronavîrusê ketine. Ji  ber dorpêça li ser vê herêmê rewşa tenduristî û aborî xira bin. Li gel vê aloziyên jiyanî mîna kehrebe û av hene. Ev yek  îhtîmala belavbûna nexweşiyê zêde dike.

Piştî derketina 4 rewşên koronayê li parêzgeha Mexazî, şêniyan ev yek wekî "Sînaryoyeke bi tirs" bi nav kirin, nemaze ku hejmarek mezin a şêniyan li vê parêzgehê dijîn. Li gorî raporên fermî zêdeyî du milyon kes li parêzgeha Mexazî dijîn.

Dayika Luey a 70 salî ji ANHA'yê re dibêje: " Me pêkenoka belavbûyî bawer kir ku  dorpêç dê me ji koronavîrusê biparêz e. Lê pêkenok niha berdewam e,  ne temwîn, ne xwarin û ne jî xelk ji vê pendemiyê re ne amede ne. Pêdiviyên me hemûyan bi madeyên paqijkirinê û yên tenduristiyê  hene.  Lê em nikarin van hemûyan bikirn ji ber derfet kêm in. Dibêjin xwe biparêzin, ma çawe bê av û kehrebe dibe ?"

Metirsiya ji belavbûna koronayê vedigere çend mijaran : Hejmara şêniyan li Xezayê pir in, saziyên xizmetguzariyê li Xezayê wek tenduristî  lewaz in, derfetên jiyanî û aborî yên ku alîkariya gel nakin hember sînaryoya belavbûna koronavîrusê li herêmê kêm in .

Duh di saetên derengî şevê hikumeta herêma Xezayê qedexeya derketina derve li teavhî Xezayê ji bo 48 seatan ragihand.

(sm)