Di lutkeya Emanê de dozên Sûriye, Filîstîn, Lîbya û têkoşîna li dijî terorê tên nîqaşkirin

Li paytexta Urdun Emanê di navbera Şahê Urdunê Abdullah El-Sanî, serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de lutkeyeke sê alî li dar dikeve.

Di lutkeya Emanê de dozên Sûriye, Filîstîn, Lîbya û têkoşîna li dijî terorê tên nîqaşkirin
25 tebax, 2020   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sê alî,  hevkarî, istîsmar û aboriya di navbera welatên xwe û dozên herêmî û di serî de doza Filîstînê, têkoşîna li dijî terorê û dozên Sûriyê û Lîbyayê, nîqaş dikin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Urdunê "Betra" ragihand ku beriya destpêkirina lutkeyê Abdullah El-Sanî du hevdîtinên cuda bi Sîsî û Kazimî re pêk anî.

Abdullah El-Sanî û Sîsî têkiliyên her du welatan û pêşketinên dawî li herêmê û di serî de doza Filîstînê, her wiha hevkarî û koordîneya ji bo pêşîgirtina belavbûna Koronavîrusê û sivikirina bandorên wê yên mirovî û aborî, nîqaş kirin.

Her du aliyan li ser pêşxistina têkiliyên di aliyên aborî, istîsmar, enerjî û bazirganiyê de, li hev kirin.

Her wiha tekezî bi koordîne û şêwira girêdayî dozê hevbeş û berjewendiyên her du welatan, kirin.

Ajansa Betrayê destnîşan kir"Şahê Urdunê îşaret bi girîngiya destekdayîna kedên Misirê yên ji bo têkoşîna li dijî terorê, kir."

Şahê Urdunê û serokwezîrê Iraqê  di hevdîtina xwe  de li ser heman mijaran li hev kirin.

Abdullah El-Sanî destnîşan kir ku divê têkiliyên Urdun-Iraqê di hemû aliyan de bi taybetî di aliyên aborî, enerjiyê û bazirganiyê de pêş bixin.

Li gorî ajansê, El-Sanî diyar kir ku dê welatê wî di mijara pêkanîna ewlehiyê, serxwebûna siyasî ya Iraqê û bersivdayîna destwerdanên derve di kar û barên hundirîn de, piştgiriya Iraqê bike.

Her wiha kedên herêmî û navnetewî yên ji bo têkoşîna li dijî terorê hatin nîqaşkirin.

Lidarxistina vê lutkeyê hemwextî zêdebûna rageşiya li herêmê ya piştî destwerdanên derve wekî Tirkiyê û Îranê li dewletên Ereban û lihevkirinên di navbera dewletên Ereban û Îsraîlê de, pêk hat.

(cx)