Dewleta Tirk ji ber agirbestê li dijî hikumeta El-Serac bi hêrs e

Çavkaniyên Lîbyayî diyar kirin ku Enqere ji helwesta hikumeta El-Serac ya ji bo agirbestê bi hêrs e.

Dewleta Tirk ji ber agirbestê li dijî hikumeta El-Serac bi hêrs e
24 tebax, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala "218" ya Lîbyayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe, ragihand ku hin têkiliyên ferdî bi rêya telefonê di navbera berpirsyarên dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê de pêk hatine.

Li gorî kanalê, Enqere ji ber daxuyaniya agirbestê û daxuyaniya Serokê Parlemanê Eqîle Salih a ji bo çareserkirinê, bi hêrs e. Heman çavkaniyan piştrast kir ku ev daxuyaniya El-Serac piştî zexta Almanyayê derketiye.

Li gorî heman çavkaniyan di rûniştina ewlehiya netewî ya Tirkiyê ku wê di nîvê vê hefteyê de  pêk were, dewleta Tirk di çarçoveya daxuyaniya El-Serac de wê rewşa li ser erdê binirxîne.

Ji aliyekî din ve jî, şeva yekşemê li paytexta Lîbyayê, Tereblusê xwepêşandan hatin lidarxistin.  Xwepêşandvanan rê qut kirin û xwestin ku El-Serac û hikumeta Wîfaq li ser desthilatdariyê rabin. Di wan xwepêşandan de gurubên girêdayî hikumeta El-Serac operasyoneke berfireh dest pê kir û gelek kes binçav kirin. 

Her wiha hin şahidên bûyerê dan zanîn ku çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, gule li ser xwepêşandaran reşandine.