Mikurhatinên çeteyan: Şerê li Lîbyayê li beramberê sozên dewleta Tirk bûn

Çeteyên ku dewleta Tirk ew rêkirin Lîbyayê, li xwe mikur hatin ku wan sûcên dizîn û talankirinê der heqê malên gelê Lîbyayê de pêk anîne.

Mikurhatinên çeteyan: Şerê li Lîbyayê li beramberê sozên dewleta Tirk bûn
24 tebax, 2020   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamên lêkolînê yên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk zêdetirî 18 hezar çeteyên sûrî şandin Lîbyayê, jê 7 hezar vegerîn Sûriyê û 10 hezar jî bi hemwelatiyên cuda ne.

Bi hezaran çete tev li komên girêdayî hikumeta Wîfaqê ya li Terablusê bûne ku plana serweriya li ser Sirtê ya stratejîk dikin.

Çete Taha Hemûd yê ku dewleta Tirk şandiye Lîbyayê da ku li gel hikumeta Wîfaqê şer bike wiha got: "Em bi awayekî azad li Mesrastayê tev digerin, bi tena xwe derdikevin. Me di gelek malên ku xwediyên wan koçber bûne de, zêr dîtin."

Taha Hemûd ji rojnameya Investigative Journal re li xwe mikur hat ku ew û kesên pê re malên lîbyayên li Mesratayê talan kirine û wiha domand: "Ji ber sozên ku dane me pêk neanîn, ev jî rêbazeke baş e ku pere qezenc bikin."

Li gorî rojnameyê, ji çeteyên sûrî re sozên wergirtina bacên mehane bi nirxa nêzî 2 hezar dolar li hember şerkirina li Lîbyayê hatine dayîn. Lê belê gelek ji wan gotin pereyekî pir hindik werdigirin û hinan jî got ji zêdetirî 5 mehan ve li Lîbyayê ne, mûçeyek girtin.

Rojnameyê eşkere kir ku hevdîtina beriya çend rojan ku di navbera wezîrê Qeterê Xalid Etiyê û wezîrê Tirkiyê Hulusî Akar û serokê hikumeta Terablusê Fayiz El-Sîrac de li Lîbyayê çêbûye, li ser zêdebûna mûçeyên çeteyên sûrî ji sedî 30 li hev kirine.

Lê belê çeteyekî ji çeteyên Firqet Hemzat ên li herêma Eyn Zarar a nêzî Terablusê bi cih bûne, bi navê Umer wiha got: "Ev tenê axaftine. Fermandarên me dibêjin hûn ê di demeke nêzî mûçeyên xwe werbigirin, lê belê ev yek pêk nayê. Dibe ku gotibin dê zêdetir bidin, ji ber texmîn dikin ku dê pêdiviya wan bi me ji bo êrişa li ser Sirte hebe. Gelo çima pêdiviyan wan bi me di vê dema niha de heye?" Bi vê yekê Umer destnîşan kir  ku di vê dema dawî de agirbesteke giştî pêk hat.

Umer diyar kir ku agahiyan ji hevalên xwe yên li Sûriyê zêdetir werdigire û ji yên li Lîbyayê wernagire û wiha pê de çû: "Tu tiştên li vir dibin ji me re nabêjin, agahiyên ji Sûriyê dibihîzin. Heta tu tişt nebe, em tiştekî jî nizanin."

SOHR’ê eşkere kir ku tevî agirbesta li Lîbyayê jî, hê jî dewleta Tirk perwerdekirian çeteyan didomîne, da ku bişîne Lîbyayê.

(fr)