Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes din bi Koronavîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 8 kesên din bi Koronavîrusê(COVID-19) ketin, 8 jî baş bûn û 3 jî mirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes din bi Koronavîrusê ketin
24 tebax, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesek li Şehbayê bi Koronavîrusê ketibû, jiyana xwe ji dest da, her wiha 2 kesên li Hesekê jî pêketibûn jî jiyana xwe ji dest da.

Mistefa da zanîn ku 8 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketin, jê 7 mêr û 1 jin e û wiha ne;

Hesekê; 3

Kobanê; 2

Reqayê; 1

Dêrazorê; 1

Tebqayê; 1

Mistefa got ji kesên bi Koronavîrusê ketibûn, 8 kesên din baş bûne.

Hejmara giştî ya kesên bi Koroanvîrusê ketine, 362 kes e, jê 24 mirine û 66 baş bûne.

(fr)

ANHA