​​​​​​​Xwepêşanderan ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Besrayê şewitandin

Li Besrayê li dijî kuştina aktîvîsta jin xwepêşandanê destpê kir. Xwepêşanderan ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Besra şewitandin.

​​​​​​​Xwepêşanderan ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Besrayê şewitandin
21 tebax, 2020   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Besrayê yê başûrê Iraqê îşev xwepêşandanê li dijî kuştina aktîvîsta jin dest pê kir. Xwepêşandanê li navenda Besra destpê kir. Li qada Cubeylî çûn li ser Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Besra û şewitandin.

Xwepêşanderan ji Parlamentoya Iraqê dixwazin ku di nava 48 saetan de Waliyê Besra Eshed Îdanî ji kar dûr bixe.

Hefteya borî aktîvîsta xwepêşandanên Besra ya bi navê Rîhan Yasub ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin. Qetilkirina wê bû sedema bertekên xelkê Besra.