Hikumeta Wîfaqê agirbesteke berferh ragihand

Serokê Meclisa  hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fayiz Sîrac îro agirbesteke berfereh li hemû axa Lîbyayê ragihand û serokê perlemento ya Lîbyayê Eqîla Salih ev agirbest pêşwaz kir û bang li derxistina çeteyên biyanî û bidawîbûna destwerdanên derve bi garantiya navdewletî  kir .

Hikumeta Wîfaqê agirbesteke berferh ragihand
21 tebax, 2020   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Sîrac di daxuyaniyekê de diyar kir ku pêdiviya pêkanîna agirbesteke rastîn, bi vegerîna herêma Sirte û Cefra ya bêçek heye û pergala polîsan a her du aliyan li ser amadekariyên ewlehî yên hundirîn bixebitin.

Sîrac bang li hilbijartinên serokatî û parlamentoyê yên pêşwext di Adara bê de kir û ew jî divê li gorî lihevkirina aliyên lîbyayî bin.

Li aliyekî din jî perlementoya Lîbyayê bi serokatiya Eqîla Salih bang li hemû aliyan kir ku agirbestê pêk pînin , ji ber derfetên aborî, jiyanî li welat dijwar in û  pendemiya Koronavîrusê li welat berbelav bûye. Her wiha du daxuyand ku dê agirbest bihêle çete derkevin, milîs ji hev bikeve û destwerdanên biyanî rawestin.

Eqîla Salih diyar kir ku divê hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin û destwerdên derve bidawî bibin .

Salih bi Sîrac re bi nakok bû  û got : "Hîn me behsa herêmên Serte û Cefrayê nekiriye ku bibin herêmeke bêçek."