Ji hevdîtina Kazimî û Trump çi derket?

Di demekê de ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li hember astengiyên hundirîn û derve ye, duh bi serokê Amerîkayê Donlad Trump re li Washingtonê civiya. Gelo ji vê hevdîtinê çi derket?

Ji hevdîtina Kazimî û Trump çi derket?
21 tebax, 2020   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li hember gelek astengiyan e, li gel wê jî berbelavbûna Koronavîrusê, kêmbûna dahatûyên hikumetê bi sedema daketina buhayê petrolê heye. Di heman demê de jî xwepêşandanên girseyî û destwerdanên derve mîna Îran û dewleta Tirk li welat hene.

Ji dema Kazimî çûye Washingtonê de, berpirsên iraqî hewl da ku balê li şûna bikişînin ser doza hesas a girêdayî hêzên Amerîkayê, bal kişand ser alîkariya di aliyên enerjî û aboriyê de.

Di Çileya borî de hin aliyên iraqî piştî kuştina berpirsê leşkerî yê Îranê yê mezin Qasim Suleymanî û berpirsê iraqî Ebû Mehdî El-Muhendis bi firokeyeke bêpîlot li derveyî balafirgeha Bexdayê, li ser biryara vekişîna hêzên biyanî erê kir.

Di encama vê bûyerê de nakokiyên dirêj rû dan, her wiha li gel wê jî siyasetmedarên iraqî daxwaza têkiliyên baş bi DYA’yê re kir, ji ber ku hevparê rojavayî yê sereke ye. Her wiha xwesteka têkiliyên baş bi cîranê xwe yê îranî re kir ku ew jî dijminê sereke yê Washingtonê ye.

Li gorî AFP’ê, beriya ku Kazimî biçe DYA’yê, fermandarê Feyleq El-Quds a Artêşa Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî pêşwaz kir û wiha jê re gotibû: "Tu dewlet nikare destwerdana têkiliyên iraqî-amerîkî bike."

DEMEKE DIYAR JI BO VEKIŞÎNÊ TUNE YE

Kazimî ku berê rojnamger û berpirsê berê yê istîxbaratê bû, serdana DYA’yê kir. Ev serdan jî yê yekemîn a serokek hikumeta Iraqê ye. Kazimî piştî 3 mehan ji girtina erkdariyê serdana DYA’yê dike.

Kazimî di serdana xwe ya li Washingtonê de got pêdiviya Iraqê bi hêzên şer ên Amerîkayê li dijî DAIŞ’ê tune ye. Lê belê dê pêdivî bi alîkariya leşkerî ya biyanî ya domdar hebe ku hêzên Iraqê yên ewlehî xurt bikin.

Piştî civîna li Koşka Spî bi serok Trump re, Kazimî ji rojnamgeran re wiha got: "Bê guman pêdiviya me bi hêzên şerker li Iraqê tune ye, lê belê pêdiviya me bi perwerdekirin, xurtkirin û hevkariya ewlehî heye."

Lê her duyan red kir ku agahiyên der barê soza dawîn a vekişîna zêdetirî 52 hezar leşkerên amerîkî yên li Iraqê li gorî daxwaza hin parlamenterên Iraqê, eşkere bikin.

Dema ji Kazim li ser çi biryarên girêdayî asta hêzan hat pirskirin wiha da zanîn: "Dê "tîmên pîşeyî" yên her du welatan hûrgiliyên li ser hebûna hêzan di pêşerojê de bixebite." Kazimî destnîşan kir ku serokê Amerîkayê got hebûna hêzên Amerîkayê bi pêdiviya Bexdayê bi wan hêzan ve girêdayî ye.

Kazimî der barê astengiyên hundirîn ên li pêşberê de, got desthilatiya wê sînordarkirî ye ku guhartinên giştî li welat pêk bîne û wiha domand: "Li şûna şûrê hesin, "şûrê kaxizî" li gel min heye."

Kazimî got pêdivî bi geşkirina hêzên ewlekarî yên hundirîn heye, ji ber ku li hember azarên mezhebî û gendeliyê ne. Ji ber ew nikare pirsgirêkê li gel alavên kêm çareser bike.

Lê der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Trump wiha got: "Dê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan re biaxive. Têkiliya me bi Tirkiyê û Erdogan re baş e."

 

JI BO ASTENGKIRINA TEHRANÊ LIHEVKIRINÊN MEZIN BI BEXDAYÊ RE

5 şîrketên mezin ên Amerîkayê lihevkirinên di warê enerjiyê de ku serxwebûna Iraqê xurt dikin, îmze kirin.

Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got Honeywell International, Baker Hughes, General Electric, Steller Energy û Chevron lihevkirinên bazirganî bi lêçûnekê digihêje 8 milyar dolaran bi wezîrên petrolê û kehrebeyê yên Iraqê re îmze kirine.

Wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê Dan Broillett di daxuyaniyekê de got: “Ev lihevkirin ji bo pêşerojê enerjiyê yê bi Iraqê re gelek girîng in. ez bawer im ku heman şirketên ku serxwebûn ji DYA`yê di warê enerjiyê de çêkir, dikarin alîkariya Iraqê bikin û heman tiştî bikin.”

Şîrketa General Electric du lihevkirin bi Wezareta Kehrebeyê ya Iraqê re îmze kirine. Dibe ku ev lihevkirin, rolekê di çareserkirina hinek pirsgirêkên kehrebeyê yên domdar de li Iraqê bilîze.

Li gorî lihevkirinên ku lêçûna wê digihêje 1.2 milyar dolarî, dê General Electric stasyonên kehrebeyê yên Iraqê sererast bike û toreya veguhastinê li welêt xurt bike.

Ji bo peydakirina kehrebeyê, Iraqê hîna kehrebe û gaza ku di stasyonên enerjiyê de bi kat tîne, bi awayekî yekser ji Îranê dibe.

Rayedarekî mezin ê rêveberiya Amerîkayê di axaftineke cuda de bi rojnamevanan re beriya daxuyaniya Wezareta Enerjiyê, got dê mijarên ewlehiya neteweyî û hevkariya aborî werin gotûbêjkirin.

KOŞKA SPÎ: HEVKARIYA ME BI BEXDAYÊ RE STRATEJÎK E

Serokwezîrên Iraqê Mistefa Kazimî û serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek hevbeş da û tê de pabendiya bi koordîneya ewlehiyê ya dualî û demdirêj li hember gefan piştrast kir.

Daxuyanî wiha ye: “Hevpariya di navbera Iraq û DYA`yê de stratejîk e û li ser daxwaza her du aliyan di pêkanîna ewlehiyê û geşepêdanê de ava bûye. Bi hev re Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bi pêşengiya DYA û hêzên ewlehiyê yên Iraqê karî DAIŞ`ê tune bike. Em di vê koordîneyê de domdar in da ku DAIŞ`ê bi temamî li Iraqê û dewletên din de tune bikin.”

(fr-şx)