Şêniyên Tirbespiyê: Îxaneta li welat îxaneta li rûmet û exlaq e

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku kesên bi dewleta dagirker re kar bikin îxanetê li welat û gelê xwe dikin, her wiha  zirerê digihînin civakê bi giştî û divê bên lêpirsînkirin.

Şêniyên Tirbespiyê: Îxaneta li welat îxaneta li rûmet û exlaq e
21 tebax, 2020   08:26
QAMIŞLO

Saziyên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema dawîn de çend sîxur girtin û hejmarek ji torên sîxuriyê yên girêdayî dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji raya giştî re eşkere kirin .

Karê sîxurtî û hevkariya bi dijmin re hiştiye ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê matmayî bimîne. Şêniyan daxuyand ku ji hezar salan ve zilm li wan tê kirin û bi hezaran şehîd dane, lê îxanet  nayê pejirandin.

Şêniyekî navçeya Tirbespîyê bi navê Elî Hac Silo destnîşan kir ku gelê Kurdistanê di dîroka xwe de li dijî siyasetên dijminatî serî hilda û têkoşîn kir, binpêkirin red kirin û qurbaniyên mezin dan, lê dijmin bi rêya sîxuran dixwazin civakê ji hev bixin û şoreşan derbe bikin.

Silo da zanîn ku dijminên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ne û got: "Ev yek ne xerîb e ku şêniyek ji herêmê bi dijmin re kar bike û ev yek ji aliyê civakî û exlaqî ve nayê pejirandin û divê bên lêpirsînkirin."

Seyid Hîşam Seyid Resûl jî got îxanet di dîrokê de nayê pejirandin û bi rengkekî neyînî bandorê li civakê dike û wiha pê de çû: "Ji ber bêhişmendiya hin kesayet  û negirêdana wan bi xak û welat re, hewl didin xwe li ser bi milyonên şêniyên herêmê ava bikin û bijîn."

‘KESÊN KU ÎXANETÊ LI WELATÊ XWE BIKIN, ÎXANETÊ LI RÛMETA XWE DIKIN’

Seyid Haşim piştrast kir ku piştî ku ji aliyê leşkerî ve bi bin ketin hewl didin bi rêya hin sîxuran civakê ji hev bixin û got: "Ev kesên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin bila bizanin ku dewleta Tirk dê berî xizm û gelên wan, wan bifiroşe û ji me hemûyan tê xwestin ku nehêlin ku îxanetkar bigihîjin hedefên xwe, ji ber ku xiyaneta li welat îxaneta li rûmet û exlaq e."

Şaha Osman dayika şehîd Rêwan Tirbespiyê  daxuyand ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiyê bi hezaran Şehîd dane û cane xwe ji bo avakirina welat û civakeke azad û demokratîk daye û wiha domand: "Divê ciwan li pey xefkên dijminên ku hewl didin fitneyê têxin nav civakê, neçin." 

Şaha Osman bang li gelê Kurd û gelê başûrê Kurdistanê kir ku bi dewleta Tirk re nebin hevkar ji ber ku ew dijminê doza Kurd û got: "Hevkariya bi dagirkeriyê re îxaneta li şehîd û rûmeta Kurdan e ."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HZ5ktbjvj9o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>