DAIŞ`ê berpirsyariya kuştina generalê rûsî li Dêrazorê hilgirt ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê ragihand ku ew berpirsên êrişa li dijî dewriyeya artêşa Rûsyayê ya li nêzî bajarê Dêrazorê ne. Di encama êrişaê de ku beriya du rojan rû dabû, esferekî rûsî hate kuştin û gelek leşkerên din birîndar bûn.

DAIŞ`ê berpirsyariya kuştina generalê rûsî li Dêrazorê hilgirt ser xwe
21 tebax, 2020   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê li ser hesabekî Telegramê got: "Dewriyeya artêşa Rûsyayê derbasî zeviya mayînan a li rojhilatê bajarê Sexna li rojhilatê Sûriyê bûn. Di encamê de esferekî rûsî hate kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin wan li heman herêmê erebeya fermandarekî Parastina Nîştimanî ya girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê kiriye hedef, di endamê de tevî fermander, leşkerên pê re hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihandibû ku generalekî wê di teqîna bombeyekê de ku roja sêşemê karwanekî leşkerî yê Rûsyayê li nêzî Dêrazorê kiribû hedef, hatiye kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûne.

(şx)