Şêniyên Kobanê: Xwekuştin ne çare ye, divê pirsgirêk bi nîqaşê çareser bibin

Şêniyên Kobanê diyar kir ku kuştin û xwekuştin şerekî derûnî li dijî jinên Kobanê ye û hêvî kir ku pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin.

Şêniyên Kobanê: Xwekuştin ne çare ye, divê pirsgirêk bi nîqaşê çareser bibin
21 tebax, 2020   06:39
KOBANÊ

Ji destpêka şoreşa Rojava ve ji bo mafên jinan ên azadî û wekheviyê, têkoşîn tê meşandin. Tevî vê yekê jî ji ber zîhniyeta civakê ya serwer di bin navê kevneşopan de, jin bi temenekî biçûk tên zewicandin.

Tevî kedên saziyên jinan ên herêma Firatê, Kongreya Star û Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan jî, ji destpêka îsal de bûyerên kuştin û xwekuştina jinan li kantona Kobanê bi rêjeyeke mezin zêde bûne. Di demên dawîn de li kantonê rêzebûyerên kuştin û xwekuştina jinan rû dan, ku sedemên wan vedigerin zextên derûnî, civakî, aborî û pirsgirêkên malbatî.

TUNEBÛNA HIŞMENDIYÊ, XWEKUŞTINÊ DERDIXE HOLÊ

Girêdayê mijarê, ajansa me nêrînên şêniyên Kobanê girtin. Şêniyê bi navê Xalid Hemo got: "Tunebûna têgihîştina civakê û nîjadperestiya zilaman dihêle ku jin berê xwe bidin xwekuştinê. Divê pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin. Divê bav wekî hevalan bi zarokên re bidin û bistînin, bi taybetî bi ciwanan re û daxwazên wan pêk bînin, desthilatdariya xwe li ser wan ferz nekin, wan sînordar nekin û zextê li wan nekin û bi şêwazeke xweş şîretan li wan bikin."

Hemo wiha berdewam kir: "Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabin, divê bi rêbazên modern bên çareserkirin. Jin hevkara zilam e û ne kole ye. Ew jî xwedî maf e. Jinan cihê xwe di qadên leşkerî û civakî de girt û têkoşîn meşand."

Hemo ji şêniyên xwest ku pirsgirkên malbatî bi şêwazên modern çareser bikin û li gorî pêşketinên civakî tevbigerin.

Li Kobanê di demên dawîn de 7 bûyerên kuştin û xwekuştina jinan pêk hatin, ji wan 2 rewşên xwekuştinê, 3 rewşên kuştinê û 3 rewşên bi guman in. Lêpirsîna wan bûyeran hîna berdewam dike. Her wiha 11 hewldanên xwekuştinê pêk hatin.

Emîne Şêx Hesen jî destnîşan kir ku xwekuştin ne çare ye û divê kes berê xwe nede xwekuştinê û wiha got: "Sedema xwekuştinê jî tunebûna hişmendiyê ye. Mafên jinan hene, divê rêz jê re bê girtin. Ji ber ku ji bo malbata xwe û zarokên xwe têdikoşe. Divê zilam zextê li jinan neke."

DA KU TUNDÎ BI DAWÎ BIBE, DIVÊ HEVSENGÎ DI NÎQAŞAN DE HEBE

Şêniyê bi navê Mijhan Medres jî wiha got: "Xwekuştin pirsgirêkên malbatî û pirsgirêkên jiyanê çareser nake. Nexasim ku saziyên jinan û qanûna Rêveberiya Xweser ku parastina mafên jinan dikin hene. Heke bê xwestin, li şûna ku jin xwe bikujin dikarin berê xwe bidin wan saziyan. Divê di nîqaşan de hevsengî hebe."

Mijhan wiha destnîşan kir: "Bûyerên di civaka me de rû didin, bi zanabûn pêk tên. Pirsgirêkên malbatî ji şerê ku em roja îro dijîn xerabtir e. Ji ber ku malbatê ji hev dixin. Lewra divê ev diyarde bê çareserkirin. Gelek malbat hene ku pirsgirêkên xwe parve nakin û digihînin asta kuştin û xwekuştinê."

Tevî ku qanûnên Rêveberiya Xweser ên girêdayî jinan mafên wan diparêze jî, lê belê hîna gelek jin di bin navê kevneşopiyê de û ji ber zihniyeta eşîrtiyê rastî tundiyê tên.

Jina bi navê Rîhan Silêman jî wiha dibêje: "Xwekuştin ji ber zextên derûnî û tundiya ji aliyê zilam an malbatan ve li ser jinan tê meşandin, pêk tê. Jin ditirsin ku heke li hevserên xwe gilî kirin, bên kuştin. Ev şerkî derûnî ye li dijî jinan, hîna gelek keçik di malan de sînordarkirî ne."

Li gorî Komîteya Şopandina Xwekuştinê ya Desteya Jinan, piraniya jinên ku xwe kuştine, di navbera 15 û 35 saliyê de ne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dDAE9UC-Kjk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>