HRE`yê nasnameya şehîdekî  eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku şehîd bûye eşkere kir.

HRE`yê nasnameya şehîdekî  eşkere kir
20 tebax, 2020   06:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya HRE`yê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Şervanê me Aram Efrîn, di roja 18`ê Tebaxê de di encama qezayekî de şehîd bû. Hevrê Aram Efrîn, bi hestên welatparêziyê û bi naskirina têkoşîna li ser hîmê hebûn û azadiyê ya gelên me, tevlî refên me bû. Li dijî êrişên paşverû ku destkeftiyên gelên me dikin hedef, hevrê Aram bi biryardarî sekinî. Erk û berpirsiyariyên ku hevrê Aram di nav şerê me yê berxwedanê de wergirt, bi azweriyekî mezin bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Aram Efrîn

Nav û Paşnav: Ebdo Osman

Navê Dayikê: Xalîde

Navê Bav: Ebas

Cih û Dîroka Şehadetê: Encama qezayê | 18 Tebax 2020

Em di şexsê hevrê Aram Efrîn de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."