Sîsî bang li hêzên artêşa Misirê kir ku amade bin

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bang li hêzên artêşa Misirê kir ku ji bo parastina ewlehiya netewî ya Misirê amade bin.

Sîsî bang li hêzên artêşa Misirê kir ku amade bin
19 tebax, 2020   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Misirê Besam Radî bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku serokkomarê Misirê Ebdulfeta El-Sîsî roja çarşemê bi fermandarê duyemîn ê artêşa û serokê Desteya Endezê ya hêzên çekdar û serokê Desteya Kar û barên malî  ya hêzê çekdar re, civiyaye.

Sîsî di civînê de hêzên çekdar muxateb girt û got: “Ji bo şer û pêkanîna erkên xwe ji bo parastina ewlehiya netewî ya Misirê li gel rageşiyên heyî amade bin.”

Serokê Misirê pesna karîna mezin a hêzên artêşa Misirê ji tevahiya aliyan ve, şax û pergalên çekdariyê da.

Ev ne cara yekê ye Sîsî behsa xurtbûna Artêşa Misirê dike, di çend mehên borî de jî zêdetirî carekê îşaret bi hêza artêşa Misirê kiribû.

(cx)

ANHA