​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê

Partiya Yekitiya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngaveke hişyarkirinê û  xweparastina ji Koronavîrusê, dest pê kir û 2 hezar maskên tenduristiyê li şêniyan belav kir.

​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava hişyarkirinê li dijî Koronavîrusê
19 tebax, 2020   18:22
HELEB

Piştî ku Meclisa Tenduristiyê ya Helebê duh ragihand ku li taxê  kes bi Koronavîrusê ketine û 2 kes jî baş bûne, Partiya Yekitiya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk maskên tenduristiyê li şêniyên rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqsûd belav kir û ew der barê çawaniya xweparastina ji Koronavîrusê de hiyşar kirin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê li Helebê Emîn Elîko ji ANHA`yê re wiha got: "Bi armanca hişyarkirin û parastina şêniyên taxê ji Koronavîrusê, me pêngaveke hişyarkirinê û xweparastinê dest pê kir û maskên tenduristiyê li şêiyên taxê belav kir, da ku li cihên giştî li xwe bikin û tenduristiya xwe biparêzin. "

(cx)

ANHA