Mezlûm Ebdî û fermandarên QSD`ê serdana Dêrazorê kir

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeyek fermandarên QSD`ê bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl serdana Dêrazorê kir. Her wiha serdanvan dê bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê li gel çalakbûna şaneyên DAIŞ û şaneyên herêmî yên ku hewl didin tevliheviyê li herêmê derbixin bi saziyên civakî û êlan re bicivin.

19 tebax, 2020   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê got Mezlûm Ebdî û şandeyek fermandarên QSD`ê Newroz Ehmed û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî bûyerên qetilkirinê yên li dijî şêx û rûspiyên herêmê û çalakbûna balkêş a şaneyên DAIŞ û şaneyên girêdayî hêzên herêmê û navdewletî, serdana rojhilatê gundewarên Dêrazorê kirin.

Navenda Ragihandinê da zanîn ku di serdanê de Ebdî bi saziyên civakî û sivîl, meclisên leşkerî û sivîl ên Dêrazorê re civiya û rewşa herêmê gotubêj kir.

`HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DÊ DI PÊVAJOYEK NÛ RE DERBAS BIBE`

Her wiha navendê îşaretpê kir ku Ebdî di serdanê de piştrast kiriye ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di pêvajoyek nû re derbas bibe ji bo ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ku hêviyên gelê Sûriyê li gorî biryara navneteweyî 2254 pêk tîne.

`ARMANCA BÛYERÊN QETILKIRINÊ HEJANDINA EWLEHIYA HERÊMÊ YE`

Her wiha şandeya fermandaran mijarên girîng jê çalakbûna şaneyên DAIŞ`ê yên ku aliyên herêmî û navdewletî desteka wê dikin, mijarên xizmetguzarî, derfetên kar û jinûve bicihkirina hêzên leşkerî nîqaş kirin.

Ebdî di serdanê de destnîşan kir ku armanca bûyerên qetilkirinê hejandina ewlehiya herêmê, derxistina fîtneyan û berbalvkirina yekitiyê û hevgirtina gelên herêmê ye. Lewra QSD`ê israr dike ku şaneyên DAIŞ`ê tune bike û bersîva hewldanên rejîma Sûriyê yên ji bo derxistina tevliheviyê bide.

`DIVÊ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BERPIRSYARIYÊN XWE BÎNIN CIH`

Di dawiya serdanê de ya ku du roj dom kiriye, Ebdî izeh da Meclisa Sivîl a Dêrazorê da ku xebatên xwe bi lez pêşkêş bike. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî herêmê bîne cih û zextê li aliyan bike da ku çareseriyên siyasî li gorî hêviyên pêkhateyên Sûriyê bibînin.

(şx)

ANHA