​​​​​​​Li Kobanê 2 nexweşên Koronavîrusê baş bûn

Berdevkê Komîteya Zanistî ya têkoşîna li dijî Koronavîrusê ya Kobanê Dr.Elî Şahîn piştrast kir ku 2 nexweşên Koronavîrusê baş bûne û nexweşên din tên dermankirin.

​​​​​​​Li Kobanê 2 nexweşên Koronavîrusê baş bûn
19 tebax, 2020   13:56
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê di vê dawiyê de gelek kes bi koronavîrusê nexweş bûn. Ji ber wê Desteya Tendursitiyê ya bajêr, Komîteya Zanistî ya têkoşîna li dijî pandemiya cîhanî ava kir.

Li bajêr di 8`ê Tebaxê de yekem kesê bi Koronavîrusê ketiye hate belgekirin. Ew jî xwendekareke ku ji herêma Cizîrê hat bû. Piştre hejmara nexweşan zêde bû û gihaşt 8 kesan.

Berdevkê Komîteya Zanistî ya têkoşîna li dijî Koronavîrusê Dr. Elî Şahîn bi ANHA`yê re bi rêya telefonê axivî û diyar kir ku li bajêr 8 kes bi koronavîrusê ketine û wiha domand: “Jê 2 nexweş baş bûne. Nexweşên din jî di karantînayek taybet de ne û têne dermankirin. Heta niha rewşa tevahiya nexweşan aram e.”

Şahîn destnîşan kir ku her du nexweşên ku baş bûne, ji karantînaya taybet derketine lê wê heta 14 rojan di malê de di karantînayê de bimînin heta ku piştrast dibin ku ji vîrusê bi temamî xilas bûne.

Şahîn di nav gotinên xwe de got: “Niha li bajêr amûra PCR ne hazir e. Tenê test li navendekê li bajarê Qamişlo tê çêkirin. Sedem jî ew e ku pêwîstî bi kadroyek pirsporê bikaranîna vê amûrê heye.”

Ji bo rêgirtina li pêşiya vîrusê li herêmê, Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê duh rêzeperspektîf derxistin jê qedexeya derketin û têketina herêma Firatê ye.

Heta vê kêliyê hejmara kesên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketine gihaşt 253 nexweşan. Di nav de 36 nexweş baş bûne û 15 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(şx)

ANHA