Îsraîlê ragihand ku dan û standinê bi Sûdanê re pêk tîne

Wezîrê îstixbaratê yê Îsraîlê Eli Cohen îro ragihand ku di navbera welatê wî û Sûdanê de dan û standin hene, her wiha destnîşan kir ku Îsraîl hêvî dike xwe bigihîne peymana aştiyê.

Îsraîlê ragihand ku dan û standinê bi Sûdanê re pêk tîne
19 tebax, 2020   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Eli Cohen got dê peymana pêşerojê ya bi Sûdanê re, penaberên sûdanî yên li Îsraîlê vegerîne welatê wan.

Cohen diyar kir ku Îsraîl dan û standinan bi dewletên Ereb û Afrîkayê re pêk tîne.

Duh berdevkê Wezareta Karên Derve ya Sûdanê Heyder Bedewî jî ragihandibû ku welatê wî peymana aştiyê bi Îsralî re lêkolîn dike, ji ber ew peyman li gorî berjewendiya Xertûmê ye ku bêyî zirarê bigihîne nirxan.

(fr)