Rêveberiya Xweser sersala hicrî kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku sibe bi boneya sersala hicrî li tevahî saziyên giştî yên girêdayî rêveberiyê betlane ye.

Rêveberiya Xweser sersala hicrî kir betlane
19 tebax, 2020   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro giştînameyek bi boneya rasthatina sersala hicrî ku dikeve 20.08.2020’an, derxist.

Giştînameya bi hejmara 27’an wiha ye:

“Li tevahî saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sibe (20.08.2020) betlane ye, ji bilî saziyên ku kar ji wan tê xwestin.”