Kongreya Star: Pêkanîna aştiyê bi azadiya rêber Ocalan pêkan e

Têkildarî bertekên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Kongreya Star a Helebê daxuyaniyek da ku tê de bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kir.

Kongreya Star: Pêkanîna aştiyê bi azadiya rêber Ocalan pêkan e
19 tebax, 2020   11:00
HELEB

Bi beşdariya bi dehan jinên taxê li herêma Cebanat a rojhilatê Şêxmeqsûdê, endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji 21 salan ve tecrîda girankirî li ser rêber Ocalan dewam e û ev yek binpêkirina tevahî nirxên mirovî, exlaqî û qanûnên navneteweyî ye.

Projeya neteweya demokratîk bi kêrî hêzên navdewletî û herêmî nehat, di serî de jî dewleta Tirk. Ji lew re bi rêya komployekê ku di dîroka de pêk nehatiye, rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê ya li Tirkiyê dîl girtin.

Dewleta Tirk ji dema dîlgirtina rêber Ocalan û heta roja îro, tevahî cureyên îşkenceya derûnî û bedenî li dijî Rêbertî bi kar anîn. Hedef jê jî bandora yekser li ser gelên herêmê ye, bi taybet gelê Kurd û jinan e. Dewleta Tirk bi rêya şikandina vîna Rêbertî xwest ku gelan ber bi xwe ve bikişîne, lê bi bin ket.

Ji ber bandora yekser li tenduristî û rewşa Rêbertî ne tenê li dijî gel e, lê belê bandorê li hêzên demokratîk, sosyalîst û şoreşger jî dike. Ji lew re têkoşîna ji bo rizgarkirina Rêbertî ne tenê li ser gelê Kurd e, lê belê divê hêzên nîştimanî û demokratîk tev bigerin, fişaran li dewleta Tirk û rêxistinên navneteweyî bikin ku Rêbertî rizgar bikin. Ji ber ku bêyî Rêbertî aştî li cîhanê ne pêkan e.

Her wiha bêdengiya tevahî hêz û dewletan der barê rewşa rêber Ocalan de, tê wateya beşdariya eşkere û rewakirina tecrîda girankirî li dijî Rêbertî.

Divê civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û CPT bi erkên xwe rabin, bi lez tev bigerin û rêber Ocalan azad bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8lujJdBsiso" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>