Qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê hefteyeke din hate dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê dema qedexeya derketina derve dirêj kir û dê heta 27`ê Tebaxê bidome.

Qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê hefteyeke din hate dirêjkirin
19 tebax, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê îro biryarnameyek ragihand û tê de ev yek diyar kir: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine zêde bûye, bi armanca parastina sivîlan, pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ev biryar dan:

- Qedexeya derketina derve ku di 6`ê Tîrmehê de hatibû ragihandin,  wê hefteyeke din jî anku ji roja pêncşemê 20-8-2020`anheta 27-8-2020`an dewam bike.

- Tevî aliyên ku di biryara qedexeya cara yekemîn de neketibûn ber qedexeyê, xwediyên dikanên pevguherandina pereyan rojên yekşem û çarşemê ji 8`ê sibê û heta 6`ê êvarê dikanên xwe vekin.  

- Dikandarên sînaa ji saetên sibê heta 6`ê êvarê dikarin dikanên xwe vekin.

- Divê tevahiya dikandaran lepik û maskan li xwe bikin, li hundirê dikanên xwe kombûnê çênekin, lê heke biryar binpê kirin dê dikanên wan werin girtin.”

ANHA