Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê giştînameyek têkildarî pandemiya Koronavîrusê derxist

Der barê pêwîstiya parastinê û girtina tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê de Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê giştînameyek derxist.

Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê giştînameyek têkildarî pandemiya Koronavîrusê derxist
19 tebax, 2020   06:44
KOBANÊ

Îro piştî nîqaşa li ser tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê li herêma Firatê, Şaneya Aloziyê ya herêmê gelek biryar û perspektfîfên ji bo parastina giştî dan.

Şaneyê ev biryar dan:

- Têketin û derketina li herêma Firatê qedexe ye, lê tenê rewşên nexweşiyên giran, derman, stêrên petrolê, madeyên xwarinê, rêxistinên mirovî û alîkariyê dikarin derbas bibin.

- Kombûn li holên taybet ên şahiyan, qehwexane, kafeterya, parkên giştî û taybet qedexe ye.

- Xwaringeh tenê ji bo dabînkirina pêdiviyên derve li gel tedbîrên parastinê, dixebitin.

- Li mizgeftan nimêj û mewlûd qedexe ye, her wiha konê sersaxiyê jî qedexe ye.

- Serdana nexweşxane û girtîgehan qedexe ye.

- Xebata perwerdeyê li tevahî dibistan, dayîngeh, baxçeyên zarokan, peymangehên taybet tê taloqkirin.

- Divê li saziyên Rêveberiya Xweser û li gorî pêdiviyan hejmara karkeran kêm bibe, lê tenê saziyên ku xebata wan rojane tê xwestin, dikarin bixebitin.

- Divê tedbîrên xweparastinê ji lixwekirina mask, lepik, bidûrketin û parastina paqijiya giştî, pêk bê.

- Ev giştîname ji dîroka detketinê heta bi 28.08.2020’an de dikeve pratîkê.

Di dawiya giştînameyê de Şaneya Aloziyê bi navê şêniyên herêma Firatê, kadroyên tenduristiyê, karkerên şaredarî û jîngehê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û trafîkê û karkerên firinan, silav kirin.

(fr)

ANHA