Eren Keskîn: Tundiya li dijî jinê bi destê dewletê tê rewakirin

​​​​​​​Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (İHD) Eren Keskîn got: “Hevkariya AKP-dewleta kûr, Hevpeymana Stenbolê li hember polîtîkayên xwe weke xeteriyekî dibîne. Em di pêvajoyek ku tundiya li dijî jinê bi destê dewletê tê rewakirin de dijîn. Hewl didin civakê bi tundî û tirsandinê birêve bibin. Ji ber vê yekê desthilatdarî hevpeymanek ku tundiyê lêpirsîn dike ji xwe re xeter dibîne.”

Eren Keskîn: Tundiya li dijî jinê bi destê dewletê tê rewakirin
19 tebax, 2020   05:34
NAVENDA NÛÇEYAN- CÎHAN BÎLGÎN

Li Tirkiyê, sûcên tecawiz û tundiyê yên li dijî jin û zarokan ku weke parçeyek siyaseta sistematik tê meşandin, her ku diçe zêde dibe. Li kêla wê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê, Hevpeymana Stenbolê ya ku ya di parastina jin û zarokan de bi bandore xiste nîqaşê, plan dike ku ji hevpeymanê xwe bide paş.

Hevpeymana Stembolê hevpeymanek navneteweyî ye, di 11’ê 2011’an de ji aliyê Lijneya Ewrupayê ve ji îmzeyê re hat vekirin.  Me giringiya hevpeymanê û  sedema ketina rojevê ya hevpeymanê bi Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (İHD), Eren Keskîn re axivî.

‘DI ERDNÎGARIYA QIRKIRINÊ DE DESTPÊKÊ JIN DIBIN HEDEF’

Eren diyar kir ku di van demên dawî de hevkarên desthilatdariyê hemû destkeftiyên jinan hedef digrin û wiha axivî: “Erdnîgariya me erdnîgariya qirkirinê ye. Ewqas jin hatine qetilkirin, ewqas jin hatine tunekirin ku; qirkirina  1915’an, qirkirina 1938 û çawa ku gora jinên hatîn qetilkirî nayê zanîn, di heman demê de navê wan jî nayê bîranîn. Ji wê zêdetir, li vê erdnîgariyê bîranîn û axaftina sûcên ku dewletê kirine jî hatiye qedexekirin. Em li erdnîgariyek ku di asta herî jor de hişmendiya desthilatdariya mêr, feodal û millîter, lê heyî dijîn. Tundiya li dijî jinê polîtîk e. Em vê dizanin. Ji ber wê jî hişmendiya yekî, netewperest û millîter ku li vê erdnîgariyê mayînde bûye, destpêkê êrişî jinan dike. Di demên dawî de hevkarên desthilatdariyê, hemû destkeftiyên jinan hedef digrin. Ji ber ku jin serî natewînin. Jin lêpirsîn dikin û dest jê bernadin. Ji ber wê jî tundiya li dijî jinê, bi politikaya ku tê meşandin ve girêdayî zêde dibe.”

‘LIHEVKIRINA AKP-DEWLETA KÛR HEVPEYMANÊ XETERNAK DIBÎNE’

Eren destnîşan kir ku Hevpeymana Stenbolê di qada tundiya li dijî jinê reşpelika herî baş e û wiha got: “Di dîroka ku ev hevpeyman hat îmzekirin de, desthilatdariyê polîtîkayek cuda dida meşandin. Pêvajoyek ku navê “Pêvajoya Aştiyê” lê hatibû kirin, dihat dijîn. Hevpeyman pir nehat nîqaşkirin. Kengî dema ku hevkariya AKP-dewleta kûr hat netkirin, hevpeyman weke xeteriyekî hat dîtin. Di reşpelika vê hevpeymanê de naskirinek wiha heye; “qaşo namus”. Ev pir giringe, ji ber ku hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê zilamê ku tundiyê li jinê dike, têgeha “qaşo namûs” hinceteke ku xwe li pişt vedişêrin. Tam ji bo vê yekê pir bêzar in. Lê ji bo jinan, Hevpeymana Stenbolê di wateya mekazagonekî ye. Û têkoşîna rizgariya jinê, dê tu carî dest ji Hevpeymana Stenbolê bernede.”

‘NE PÊKAN E KU ZÊDEBÛNA QETILKIRINA JINAN JI TUNDIYA POLÎTÎK WERE VEQETANDIN’

Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di pêvajoyek ku tundî bi destê dewletê tê rewakirin de dijîn. Mexdûrên yekem ên vê tundiyê jî jin in. Ne pêkan e ku zêdebûna qetilkirina jinan ji tundiya polîtîk were veqetandin. Hewl didin civakê bi tundî û tirsandinê rêve bibin. Ji ber wê jî desthilatdarî û hevkarên wê hevpeymanek ku tundiyê lêpirsîn dikin xeter dibînin.”

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA JINÊ HINEK ZÊDETIR BERFIREH BE’

Eren axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevpeymana Stenbolê nayê betalkirin, têkoşîna jinê ya ku her roj bilindtir dibe destûrê nade vê yekê. Divê têkoşîna jinê ya li erdnîgariya me hîn zêdetir berfireh be. Rizgariya jinê ne tenê bi dijderketina têkiliya di navbera jin û mêr de a perçiqandin-perçiqînê ye.

Heman demê de dijderketina li hember nîjadperestiyê, mêtîngeriyê û faşîzmê ye. Dema ku jin ji bo jinek li Stenbolê rastî tundiyê tê têdikoşin, heman demê de ji bo Ekîn Wan a li Vartoyê ku benda wê ya tazî hat teşîrkirin jî tê bikoşin, wê rojê dê têkoşîn giringiyek mezintir qezeç bike û bi bandortir be.”

(bm)

ANHA