​​​​​​​Siyasetmedarên iraqî: Divê dewletên cîhan û Ereb helwesteke cidî nîşanî êrişên Tirkiyê bidin

Siyasetmedarên iraqî bang li hikumetê kirin ku helwesteke tund nîşanî dewleta Tirk bidin û gotin: “Zêdegaviyên Erdogan ne tenê li dijî Iraqê ne, heman demê de li dijî hemû  neteweya Ereb û welatê Ereb bi tevahî ye.”

​​​​​​​Siyasetmedarên iraqî: Divê dewletên cîhan û Ereb helwesteke cidî nîşanî êrişên Tirkiyê bidin
16 tebax, 2020   01:09
QAHIÎRA-EMANÎ EZAM

Endamê Desteya Rêveber a Bilind a Yekitiya Rojnamegerên iraqî Elaa Ewad Ezawî ji ANHA’yê re daxuyand ku Fermandariya giştî ya Hêzên Çekdar a Iraqê, hikumeta Iraqê û tevahî gel êrişên dewleta Tirk ên bêserûber li hundirê xaka Iraqê bi hinceta serdegirtina PKK’ê şermezar kirin. Di vê dawiyê de di encama êrişên dewleta Tirkiyê ya bi rêya firokeya bêpîlot li hundirê xaka Iraqê de efserên pasdarên sînor şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.

Ezawî diyar kir ku Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Iraqê li ser zimanê berdevkê lîwa Yehya Resûd ev kiryara sosret şermezar kir. Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê aliyê Tirkiyê agahdar kir ku serdana pêşbîn a wezîrê Parastinê ya Tirkiyê pêncşema borî li ser kiryara krêt taloq kir.

Ezawî destnîşan kir ku Yekitiya Rojnamegerên Iraqê bi gotinên tund û pê re jî gelê Iraqê yê bihêrs van binpêkirinên eşkere şemeraz kirin. Her wiha bang li serokwezîrê Iraqê kirin ku tedbîrên parastinaserweriya neteweyî ya Iraq û erebî bikin, parastina mafên bersivdanê li ser hewldanên sûcdarî bikin. Ji ber iraqî û efserên pasdarên sînor şehîd bûn.

Girêdayî mijarê, analîzvanê siyasî yê iraqî Dr. Abdulkerîm Wezan got: “Zêdegaviyên dewleta Tirk ên li ser sînorê Iraqê çi bejahî, çi deryayî çi asîmanî dibe binpêkirina serweriya Iraqê ye û bi wê re jî hêrs û nakokî di navbera her du welatan de çêdibe. Ji van binpêkirinan jî qetilkirina efserekî bi payeya lîwa û qetilkirina hin esferên din li ser sînorê her du welatan bi aliyê parêzgeha Nînewayê ve.”

Wezan di gel ANHA’yê de îşaret pê kir û wiha got: "Binpêkirinên dewleta Tirkiyê gihiştine astenekê ku bêdengiya li ser wan ne pêkan e. Her wiha ev yek têkiliyên dîplomatîk lawaz dike, siyaseta iraqî jev dike."

Analîzvanê siyasî yê iraqî Abdulkerîm Wezan bang kir ku divê helwesteke erebî ya hevgirtî hebe ku li gel Iraqê li dijî binpêkirinên dewleta Tirkiyê bisekine. Her wiha da zanîn ku zêdegaviyên Erdogan ne tenê li dijî Iraqê ne, lê belê li dijî neteweya ereb û welatê ereb tevahî ye. Divê mîsaqên navneteweyî pêk bên û rêzdarî li hember dewletên cîran hebe, her wiha bang li Camiyeya Ereb kir ku helwesteke eşkere ya xurt û tund li dijî êrişên dewleta Tirk pêk bîne.

(fr)