Sara Xelîl: Êrişên li ser Heftanînê hebûna Kurdan dike armanc

Endama Meclisa Jinan a PYD'ê ya herêma Firatê Sara Xelîl destnîşan kir ku êrişên li ser Heftanînê hebûn Kurd û hêzên berxwedêr dike armanc û got: “Madem berxwedêr li Heftanînê hene wê dewleta Tirk nikaribe hebûna Kurdan tune bike.”

Sara Xelîl: Êrişên li ser Heftanînê hebûna Kurdan dike armanc
16 tebax, 2020   03:23
KOBANÊ

Ji beriya du mehan, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêma Heftanînê ya başûrê Kurdistanê dike, lê ji ber berxwedana şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê negihişt armanca xwe.

Piraniya siyasetmendar dibînin ku armanc ji van êrişan ne ku şervanên Kurd in ên ku xaka Kurdistanê diparêzin tune bikin an jî Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibin. Armanc hebûna Kurdan li her deverê tune bikin.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl ji ANHA'yê re axivî û got: "Tevî ku dewleta Tirk di vê demê de êrişên xwe yên bi balafirên şer û çekên  li ser herêma Haftanînê zêde kirine, hejmara leşkeran zêde kirine, em  ku ên ku soza fedekarî û wefedariya bi xaka xwe re û soza serkeftinê dane gelê xwe, bi lehengî li wir şer dikin."

Sara Xelîl destnîşan kir ku êrişên li ser Haftanînê bandoreke mezin li ser pêşerojê Kurd û doza wê kir û wiha domand: "Êrişên li ser Heftanînê ne tenê ferdek an partiyekî dikin hedef, di heman demê de tevahî gel dike hedef. Komkujiya Dêrsimê mînaka kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan nîşan dide, ku armanc tunekirina hebûna Kurd e."

Endama Meclisa Jinan a PYD'ê ya herêma Firatê, diyar kir ku dewleta Tirk di tinekirina hebûna Kurdan de bi bin ket û got: "Bi saya berxwedana Kurdên qehreman ên ku gelê xwe hişyar kirin, armanca dewleta Tirk a tunekirina Kurdan têk çû."

Sara  Xelîl di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dijwariya êrişên li ser Haftanînê û ev tişt diyar kir: "Sedem hewldana yekitiya kurdî ye a ku dewleta Tirk dîn kiriye.

Sara Xelîl destnîşan kir ku divê partiyên kurdî bi hev re li hemberî planên Tirkiyê bisekinin.

Sara Xelîl, bêdengiya partiyên başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê şermezar kir û diyar kir: "Bêdengiya wan dihêle ku bi guman bin ku ji êrişên li ser birayên xwe yên li wê herêmê razî ne.

Endama Meclisa Jinan a PYD'ê ya herêma Firatê bang li hêzên Kurd, bi taybet ên li başûrê Kurdistanê kir ku berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û  bi bi birayên xwe yên Kurd re bin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê kir ku sînorê xwe ji êrişên Tirkiyê biparêzin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6dQHuv1Ys3I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>