Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Evdiko yê Girê Spî topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Evdiko yê li rojavayê Girê Spî topbaran dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Evdiko yê Girê Spî topbaran dikin
13 tebax, 2020   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber berdewam dikin.

Di van kêliyan de artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Evdiko yê Girê Spî bi çekên giran topbaran dikin.

Der barê ziyanên topbaranê de heta niha agahî bi dest neketine.