Li Sûriyê 75 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku 75 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 10 nexweş jî baş bûne.

Li Sûriyê 75 kesên din bi Koronavîrusê ketin
13 tebax, 2020   11:55
NAVENDA NÛÇYAN

Ajansa SANA ya fermî ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê, da zanîn ku li Sûriyê 75 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine. Bi vî awayî hejmara nexweşan li Sûriyê gihaşt hezar û 402’yan.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku 10 kesên ku bi koronayê ketibûn, baş bûne û bi vê yekê hejmara kesên ji vîrusê baş bûne, gihaşt 395 kesan.