Rayedarên Iraqê banga qutkirina têkiliyên bi dewleta Tirk re kir

Rayedarên Iraqê bang li hikumeta Iraqê kir ku balyozê dewleta Tirk ê li Iraqê biqewirîne û têkiliyên xwe bi dewleta Tikr re qut bike. Rayedaran diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dawîn xeternak in û got ew cureyek ji dijminahiya li dijî serdestiya Iraqê ye. 

Rayedarên Iraqê banga qutkirina têkiliyên bi dewleta Tirk re kir
13 tebax, 2020   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariyê dikarin ewlehiya welêt ji her destwerdaneke derve biparêzin.

Berdevkê fermandariyê Serdar Tehsîn Xefajî îro ji ajansa nûçeyan a Iraqê re da xuyakirin ku kiryarên dewleta Tirk ên li dijî efserên iraqî bandoreke neyînî li têkiliyên her du welatan dike.

Xafajî got sûcên dewleta Tirk xeternak in û li dijî serdestiya Iraqê ne. Xafajî wiha domand: “Fermandariya Operasyonên Hevbeş têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê li ser asteke bilind dest bi şêwiran bi wezaretên parastinê, hundirîn û fermandariyên leşkerî yên herêma Kurdistanê re kiriye.”

Tehsîn Xafajî destnîşan kir ku dibe fermandariya giştî perspektîfan bide hêzên çekdar. Li aliyekî din perlemanter Mensûr El-Biêcî bang li hikumeta Iraqê kir ku bi ji bêdengiya xwe derkeve û got qewirandina balyozê dewleta Tirk û qutkirina têkiliyan bersiva herî guncaw e.

(eh)