QSD’ê li Şedadê 9 girtî serbest berdan

Hêzên Sûriya Demokratîk 9 girtiyên ji herêma Dêrazorê  serbest berdan û ew radestî rûspiyên êlên Şedadê kirin.

QSD’ê li Şedadê 9 girtî serbest berdan
13 tebax, 2020   09:59
HESEKÊ

Li ser daxwaza şêx û rûsîyên eşîrên navçeya Şedadê QSD’ê girtiyên ku destê wan di rijandina xwîna şêniyên herêma Dêrazorê de tune ne, serbest berdan. 

Rûspiyê eşîra El-Bû Umeyra Sewadî El-Abdullah destnîşan kir ku QSD’ê piştî bidawîbûna lêpirsînê û girtekên ewlehiyê, 9 girtî serbest berdan.

El-Abdullah bal kişand ser ku QSD`ê li ser daxwazên dubare yên rûspiyên êlên herêmê ew kes serbest berdane.

Piştî vê serbestberdanê hejmara kesên ku hatine serbestberdan, 500 girtî derbas kir û ew radestî malbatên wan li herêmên başûrê Hesekê heta bigihêje gundewarên Dêrazorê hatin kirin.

El-Abdullah spasiya hemû hêzên ewlekariyê yên herêmê û hevkariya wan bi êlên herêmê re kir.

Girtiyan ji rûspiyan re piştrast kir ku dan û standinên hêzên ewlekariyê bi wan re baş bûn û kesekî tundî li dijî wan bi kar neaniye.

Tê zanîn ku her neh girtiyên ku serbest hatine berdan, ji herêmên Şihêl, Besîra, Zîban û navçeya Sewrê yên li gundewarên Dêrazorê ne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T-Fl2Wp1hdA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>