Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin

Li gund û navçeyên kantona Şehbayê bi boneya salvgera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava pîrozbahî hatin lidarxistin.

Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin
Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin
Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin
18 tîrmeh, 2020   18:20
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi şahiyan salvgera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.

KAMPA BERXWEDAN

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li kampa Berxwedan Reşîd Îbrahîm axivî, rola ciwanan di serxistina şoreşê de destnîşan kir û got: "Pêvajoya ku niha em gihiştine berhemên keda şehîdan e. Divê hemû ciwan bi rihê welatparêziyê beşdarî şoreşê bibin, parastina destkeftiyên vê şoreşê erka me ye."

Komên hunerî yên Tevgera Çand û Hunerê ya kampa Berxwedan stran gotin. Li ber stranan govend hatin girandin.

NAVÇEYA EHRIS

Di pîrozbaniyê de endama rêveber a Kongreya Star a kantona Efrînê Emîna Dengelî bal kişand ser ku Şoreşa Rojava şoreşê jin e û ev got: "Jinan, bi taybet jinên Kurd di hemû qadên jiyanî de serkeftinên mezin bidestxistin, rola xwe di pêşengtiya şoreşê de îsbat kirin.''

Her wiha hevserokê Meclisa Navçeya Ehrisê Fewzî Silêmanî got: "Mîna vê rojê gelê Kurd rejîma Baas ji herêmên xwe qewitandin, rêza xwe kirin yek mafên ku bi hezarên salan ji dest wan hatibû girtin vegerandin."

Piştre stran û dîlan hatin gerandin.

Li navçeya Til Rifet, kampa Vegerê û navçeya Ehdasê şahî hatin lidarxistin.

ANHA